PETER Û HANS

 Bavê Peter Hans, kurê xwe Peter dibe hêlîna zarokan. Rojekê dîsa kurê xwe Peter dibe hêlînê û pi?tî çend seetan bi destê wî digre, wî tîne malê.

Bi rê de Peter ji bavê xwe Hans dipirse:

–   Bavo!

Hans:

–  Bêje kurê min!

Peter:

–   Çima em go?tê meymûnan naxwin?

Hans:

–   Ji ber ku em ji meymûnan çêbûne.

Peter hinekî diponije û dibêje:

–  Hiiiiimmmm, niha ez zanim bê çima misilman go?tê berazan naxwin
 
Îcar rojekê kurê min jî ji min pirsî: 

–   Bavo!

Min got:

–  Çiye kurê min?

Got:

– Çima Tirk ji hev hez dikin, bi tifaq in, lê em Kurd dijminatîya hev dikin?

Ez jî wek Peter ponijîm û min got:

–  Hiiimmmm, kûçik go?tê kûçik naxwe kurê min, ji ber vê Tirk ji hev hez dikin, ji hev re bi tifaq in. Lê em Kurd? Em Kurd jî go?tê hev dixwin, ji ber vê em dijminatîya hev dikin û tifaqa me tuneye.

Kurê min serê xwe hejand, kir niçe niç û ji malê derket çû…Xuyabû ti?tek neketibû serê rebeno..

Danemark

About The Author