?ivan got: Êdî bes e!

Ji raya gi?tî re,

Ji kî û ji kuderê tê bila bê, ji zîhnîyeta bandorvan, hov û çavsor re tu car min serê xwe xwar nekiriye û nakim. Ez duh çava bûm, îro û sibê jî her weke xwe me. Yanî bilindkirina ruhê Kurdistanî, hevîdariya daxwaziya hunerî dijîm, Hunerê azad û serbixwe hergav nî?ana xebat û xizmeta min e.

Sebra min geleke, behna min firehe. Hêviya min bilinde, baveriya min xurte, armanca min rojên ?ad û pe?erojek ronake. Lê gelo evên ku dest bi vê kampanyayê kirine kî ne û vana ji min çi divên? Çi dixwazin? Dost ya dijminê gelê me ne? Ji ber ku ti?tên di vê kampanyayê de hatine gotin û iddia kirin, hemû derewin. Hemû hevdîtin û têkiliyên min e?kerene û li pi?t diwar û perdan ve?artî nemaye.

Me dît ku vana li hemberê hêz û ?exsiyetên welatperwer ç?qas suç kirin jî rojekê lebihurtin ne xwestin. Ji ber ku çendî me behnfirehî kir û me nexwest dijmin bi me bikene jî, lê dîsa jî guhertinek di wan de çê nebû. Ji sebra me cesaret girtin û roj bi roj ji ber bêdengiya me hêz girtin û erî?ê xwe berfireh kirin. Yanî dixwazin li welatê me yek kesê me mejû azad nemîne.

Ez ji kesên dilrehm, dilovan û bi wîcdan dipirsim: Ma gelo kesên hindik hestên welatperwerî û mirovatî pêre hebe, wisa dike? Di jîyana 36 salên derbederya min de, ya rast, dijmin jî ev ti?t bi me nekiriye.

Ji xwe qasî hatiye têgihi?tin, zîhniyet û mentalîta  wan eve: Li ser bandorê deyne, çavsoriyê bike, bitirsîne, bêbextiyê lê bike, îrade û he? teslim bigire, bike kole û bi kar bîne

Min ji rastiya xwe tu car dev bernedaye. Min rastiya xwe herdem di stranên xwe de aniye ziman. Haji xwe bû me, hezkirin û evîna gel û welatê min di xwîna min de cîh girtîye. Lê li gor uslûba tevger, têkilî û rew?a mirovatiyê mirov silava xwedê digre û dide. Merheba dibêjê û rêzdar dibe. Mêvandarî kevne?opîya resena me Kurda ye. Em jî li gor xwe dibînin ku çi raste çi xirabe.  Heke mirov bi xwe û armanca xwe baver be, carna pêwist be dikare li gel dijminê xwe jî dani?e, behsa rastiya xwe û gelê xwe bike û biparêze.

Ma xelk nizane ku ?ivan Perwer li hemberê zilm û zordarî tu car stoyê xwe xwar nekiriye.  Ma hûn jî nizanin ku ti kes nikare bayê hunera azadiyê ji ser welatê min rawestîne û lorîkê min ji dil û mejîyê gelê min derîne? Ma hûn nizanin ku rejîmên fa?ist û koledar ji ber rastiya hunerê min çikas Kurd girtin, i?kence kirin, ku?tin,  yan bi dar xistin? Lê dîsa jî nikaribûn bayê hunerê min rawestînin.

Banga we dikim: Ba? bizanibin ku ez ?ivan Perwerim. Yanî hevalê bargiranim, ruhê Kurdistan, bê rawestan kurê gelê xwe me û wêrek û bi bawerî me. Kesên paqi? û bi bawer  ji qirêjiya bêbexta natirse.

Ez we dispêrim ûcdan, rehm, dilovanî û raya gi?tî ya gelê Kurd û Kurdistan. Dîsa ba? bizanibin ku gelê me û dîrok dê çi car bi vî awayî li wan nebihure.

Slav û Rêz

?ivan Perwer

About The Author