Pê?î heqê Kurdan bidin oxlim!

Serokdewletê Libyayê Mûammer Qeddafî pi?tî ku mudaxeleya derve ya ji bo welatê wî ket rojevê, rexneyên tund kirin û xwest dewletên ku vê yekê dixwazin dev ji vê helwesta xwe berdin.

Qeddafî di hevpeyvîna xwe ya bi TRT Turkê re kiriye de, çend lotikên qerase avêtine û bi rexneyên tûj û dijwar helwesta Tirkiye jî nirxandiye.

Qeddafî, bi taybetî ji bo Tirkiyeyê gotiye, ‘Li Tirkiyeyê Kurdên ku heqê xwe dixwazin hene, ew dixwazin dewletek serbixwe damezirînin. Ev bi salan e artê?a Tirk bi Kurdan re ?er dike. Gelo çima qada le?kerî ya Tirkiyeyê nayê girtin. Ne Amerîka ne jî Ewrûpa ji bo vê çima biryarekê nadin. Çima?’

Qeddafî dîsa li ser gotina xwe ya ku çend roj berê kiribû jî ma û gotina ‘Barbarosê Rêbir’ dîsa bi kar anî. Qeddafî ji bo derdorên ku têkçûna Libyayê dixwazin ev ?ibandin kiribû û gotibû, ‘Heger li Libyayê pêvçûn bidomin wê li Barbaros li Behra Spî dest bi rêbiriyê bike.’

Qeddafî her wiha wek sedema raperîn û aloziya welatê xwe jî rêxistina El Qaîde nî?an da û got ku, ‘Piraniya welat aram e, lê hin ciwanên me qelsî kirine û ji aliyê El Qaîdeyê ve hatine xapandin. Ji malbata dixwazim xwedî li zarokên xwe derkevin.’

Qeddafî di hevpeyvînê de deshilatbûna El Qaîdeyê ji bo herêmê wek xeterek mezin nirxandiye û li ser helwestên vê rêxistinê yên li Libyayê wiha axiviye: “Heger El Qaîde Libya bigire destê xwe, wê bobelatek mezin pêk were. Em niha dixwazin rê li ber El Qaîdeyê bigirin. Heger li vir bibin deshilatdar, Îsraîl jî têde wê tevahiya herêmê bi aloziyê re rû bi rû bimîne. Tu kes wek me nikare rê li ber wan bigire.”

About The Author