Xalê me Be?îkçî qû? li Kurdên çeqilmast qetand

Mêrê bi sed mêrî, Tirkê ji Kurdan Kurdtir, sosyologê insan û xwedî wîjdan, rebbê zilaman Îsmaîl Be?îkçî, dîsa da bin dûvê dewletê û Kurdên çeqilmast, dilê me dîsa rehet kir û xwelîya heft gundan bi serê Kurdên ku dibêjin: “Netew dewlet nemaye, dema dewletbûnê derbas bûye” dakir.

Xalê me Îsmaîl Be?îkçî, di rojnama Star de hevpeyvînek bi lotikvana rojnamê Ay?e Duzkan re kiriye û wek her carê, pirça serê dewletê û Kurdên çeqilmast hilçinî ye, tirr ji wan berdaye.

Ay?e Duzkan xanim jê dipirse:

Tê gotin ku gotina “netewbûn” ji holê rabûye. Gelo hûn dibên çi?

Ew jî bi ken bersivê dide:

“Heheyyyyy, tiiiirrrrrrrr li bin qûna wan kesên ku dibêjin “netewbûn ji holê rabûye”. Netew û netew dewlet qet ji holê ranebûye. Ev gotin tenê ji bo ku Kurd behs û doza dewletê nekin xistine rojeva Tirkiyê û Kurdan. Li Afrîka hê nû dewletên cuda çêdibin. Sûdana Ba?ûr jî bû dewlet. Filistînî dixwazin biin dewlet. Ma hema pelûla nedewletbûnê bi serê Kurdan de rijiyaye? Kî bêje dema netew dewletbûnê derbas bûye, bizanibin ku ew dijminatîya Kurdan dikin. Lam û cîm ji vê re tuneye” filan û fîstan.

Ez serê we neê?înim, bi dîn û îman, xalê me Be?îkçî ji hinek serok û siyasetmedarên me Kurdan zêdetir Kurd û Kurdistanî ye.

Ma ezê çi bêjim xalê Be?îkçî?

Hema bela Kurdên çeqilmast bi qurbana herdu gunikên te bin û xelas…

Enqere

About The Author

7 thoughts on “Xalê me Be?îkçî qû? li Kurdên çeqilmast qetand

  1. Xwezî zimanê wî jî ji kurdî re vebûya!! Ma çi dibû!
    Birêz û pir hêja, mamosteyê zerik û xwe?eken ewqas li nav kurdan de ma, taybet di girtîgehan de, çima û çima sosyologbûna wî ew fêrî kurdî nekir!!? (Dibe ku piraniya kesên nêzî wî bûn kêm kurdî zanibûn!!)
    Herhal mamosteyê hêja jî ‚din bin bandora yek zimanê de ye û jê rizgar nebûye“! hhhh ))
    Jiber ew li dilê min de jî xwedî ciheke taybet û hêja ye, min xwest lotikek bi rexneyî lêxim lo/lê, eciz nebin. ))
    Çi bû bû (neyse) ew dîsa hêja ye û ji hinek kurdên ku hest, raman û mefa netewa xwe nizanin ba?tir e.

  2. gelo kijan seroken kurda doza kurdistane kiriye yek dibeje xewnek sairiye yek dibe dema netewbune tamam buye hertist buye insaneti .yekji kurdistan di hinaven xwede fetisandiye ji ber berjewendiyen partiya xwe u malbata xwe newere bi axive ma ferq ciye.le ger besikci ew qas kurd perwere we hineke li ser qehre kurda ra xwe feri kurdi ji bikira ji bo bikaribiya bi kurdi ji bifikire.
    hun ji bes bibin muride besikci bikin.yeki tam evindare tisteki ji bo we her tisti dike birane hun ji ne xapin.

  3. Berêz Sibaroj,ma rêxistinê kurd nabêjin “ siyaset bi zimanê kurdî nabê“ ???..u Perlamentê kurdi jî (di parlemantê tirkode) bi kurdî nizanin. Yanî yek li gêsinê cavê xwa binerê, ne li sujina cavê xelkê.

  4. .Dema li ser netewek zilm,inkar hebit,zilmkarè heri mezin,chasèn heri mezin cakilmestin.mamosta ISMAIL tirkè asile.doste mamoste KURDEN asile.bala xwu bidin chasen veki segen beradayi diuxirin u gezi kurdan didin,cakilmest u chase kemalistanin.a bo kurdan map (devlet)reva nabinin nokeri mapè devleti tirkin.fraunèn bicuk,chasen fraunen tirkin.lanet li ser chasan bibit.biji kurd u kurdistan.

  5. Ere ezji serê we neê?înim,ê ku debejê Be?îkçî tirke yan ew tirke yanji ew hic tisteki nezane. Be?îkçî yan kurde yanji ermaniya.

  6. xwelîya heft gundan bi serê Kurdo bûye!
    Kurdo tenê cav perên tirko u ereb dikeve walete xwe yê Piroz difro?e û frotiye jî!
    Hemu kurd u hemu serok u marokên kurd kurbana Îsmaîl Be?îkçî bin! û dîsa jî kurbana xweliya lingên wî bin!

  7. Slav Durnebin.xwuda bo tè,dùrbin u bercevik (gozlik) nesip u qismet bikit.yabo mamosta Turki.bes di§ivi Almana.ez bi xwu,bi serè te kurdim.7 bave min ji kurdi.a ji ter nave baven min.sero,hekipo,§ekiro,xaco,gurgino,lezgino,sefo u ez.de tu ji kari serè mi beè§ini u 7 ciyayè kurdistan bijmeri.bi slaven kurdevari.caven te dramusim.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.