Tansiyon bilind bûye

Wê rojê destebrakê min Nûrî Çelîk, serpêhatîya apê xwe Sofî Ehmik û xwarziyê wî Seyfedîn ji min re got.

Dibêjin rojekê Seyfedîn nexwe? dikeve û diçe nexwe?xanê. Pi?tî vegera nexwe?xanê, Sofî Ehmik ji Seyfedîn dipirse:

Çi nexwe?îya te bû xwarzê?

Seyfedîn dibê:

-Tansiyona min bê ser û ber e, geh bilind dibe, geh dadikeve.

Rebenê Sofî Ehmik çi zane tansiyon çiye…

-Îcar tansiyon çi quzilqurte oxlim?

-Yanî sekta di nava xwînê de lo, geh radibe û geh dadikeve ha..

Dibe tîqe tîqa Sofî Ehmik û dibê:

-Bi sê telaqan naxwe nexwe?îya te û nexwe?îya kîrê min wek hev e..

-Çawa nexwe?îya min û nexwe?îya kîrê te wek hev e?

-Kîrê min jî geh radibeeeeee û geh dadikeve xwarzê, eynî wek tansiyona te lê hatiye ellawekîl…

Îcar birastî tansiyona dinyayê bilind bûye. Wek kîrê Sofî Ehmik geh radibeeeeeee û geh dadikeve.

Li ba?ûrê Kurdistanê Tevgera Goran dest bi lotikan kir û xwest xelkê li dijî hikûmetê rake ser pîyan. Li bakurê Kurdistanê rojev di destê KCK, BDP û ba?qan de ye. Geh agirbesê çêdikin, geh agirbesê radikin, geh xwe didin pê? û geh xwe pa?de dik?înin. Ji xwe rêxistin û partîyên din dibêjin „ez û ez“ û nayên cem hev, nikarin alternatîfekê saz bikin. Geh li hev dibanin û germ dibin, geh pelûlê bi serê hev dadikin û wek sêwîyan bi tenê dimînin. Ji alîyê din rew?enbîr û hunermendên Kurd tên tehdîtkirin, yan dibin objektîf ajan, yan sûbjektîf ajan, yan xayîn û xwefiro?. Tansiyon bilind bûye, wek kîrê Sofî Ehmik geh radibeeeee û geh dadikeve.

Li Tirkiyê hilbijartin nêzîk bûye, her partî ketiye heyra xwe û qezenckirina deng û rayên zêde. Çeteya Ergenegû ketiye ber zîtirkên hikûmeta Kasimpa?alî Receb, endamên wê ha ha tên girtin. Îbrahîm Tatlises giran brîndar kirin. Çep, kominîst, misilman, Kemalîst û qûnekên Tirkiyê bi çîrokên berê Kurdan dixapînin û bi navê bratîya Kurd û Tirkan ha ha didin bin dûvê Kurdan. Tansiyon bilind bûye, wek kîrê Sofî Ehmik geh radibeeeeee û geh dadikeve.

Li Afrîkayê pelûla germ bi serê Tûnis, Misir, Lîbya, Yemen, Bahreyn û hin welatên din de rijiya. Erebên qûnre? rabûn ser pîyan û serokên xwe dan ber lotikên bergîlkî, qûn li wan qetandin, diqetînin. Xelkê Sûrîyê perda tirs û xofê ji ser xwe avêt û cara yekem e ku serî li ber malbata Esed radikin, wan jî dest bi lotikên serhildanê kir. Tansiyon bilind bûye, wek kîrê Sofî Ehmik geh radibeeeee û geh dadikeve.

Li Japonyayê Tsûnamî û erdhejê tirr ji rebenê Japonîyan berda, malik li teknolojîya wan xira kir, ew bi teqîna enerjîya atomî rû bi rû hi?tin. Tew ji xwe tansiyona mezin li wir bilind bûye, wek kîrê Sofî Ehmik geh radibeeeee û geh dadikeve.

Yekîtîya Milletan dan bin dûvê xalê me Qeddafî, bero?a wî danîn ser êgir û ava serê wî kelandin, ha îro, ha sibê wê êrî?î çadira wî bikin, çadira wî bi serê wî de birûxînin. Tansiyona xalê me Qeddafî jî pir bilind bûye, wek kîrê Sofî Ehmik geh radibeeeee û geh dadikeve.

Ez serê xwe û we neê?înim, tansiyona dinyayê pir bilind bûye qurban. Pi?tî evqas bûyer û lotikan, ma go tansiyona xalê we Sofî Xelef bilind nebe dibe? Nabe.

Bi ?e? telaqan, tansiyona min jî bilind bûye ezbenî. Lê ne wek tansiyona Seyfedîn û tansiyona kîrê Sofî Ehmik ha, na. Tansiyona min tim û tim rabûkirî ye, danakeve. Ne dadikeve û ne jî sist dibe..

Nizanim ez tansiyona xwe di qurmik de jêkim gelo?

About The Author

3 thoughts on “Tansiyon bilind bûye

  1. Her hebî û sihet xwe? Sofî Zexel, bibore Xelef. bi rastî jî ev nîvîsar nivîsara rojê ye. Ji bo standartkirina tansiyona xwînê jî û ji bo tansiyona kîr jî, hew dibe… Kesên vê nivîsarê bixwînin, teqez tansiyona kîrê wan wê li dil û mejiyê wan xe… Eman û eman, hay ji xwe hebin. Te pîroz dikim apê Sofî.

  2. Bixari kir li me, mert u co.bi rasti,miroven jir u je hati a bi kirè xwu bi§eviri.ez nabejim ha.heri feylosofe mezin,Sigmund Freud dibeji.xer ù sevab li ser xustiyè xale Sigmund.kirè birci,jikè birci, mirovan terorist diki.gotina me kurdan heyi.“zikè u kirè tèr.deste kirèj.tu 11 sal li bin keyd u bend bi ji ,daim slav bo jin u qecayi.mirovè her jir ù zana ji kirè bav xwu sadiriyi.hinek li ser do§ek,hinek li nav qadina.hinek ji li nav bag u baxcè li ser nigah.velxasil bla kirè sofi xelef li piroz bibit.

  3. rasti ji nivisandineke beradayi ye ne di xizmeta gele kurd daye u yadin ji musteva munaqese li kurdistane dixe. li suna we dikare li ser hesten gele kurd yen di newrozede binivisine bastirbu. newroza gele kurd di nava cosek mezin da hat pirozkirin li cima hun bicek sere xwe pe na esinin. yan ji ber apo ciyan ew rexistin kiribu ji ber we?

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.