Biryara wan xist qûna wan

Di nava BDP de kêfa min ji du qeraseyên zilaman re tê. Bengî Yildiz û Ozdal Ûçar. Ciwamêran gunikre?ên temam in, xwedî helwest û gotinên Kurdewarî ne, wek hinekan li ser du ?erîtan nalîzin.

Axir…

Wezareta navxweyî ya Tirkiyê ?aredarê Ba?qaleya bajarê Wanê ji kar avêt û rutba wî çirvirandin. Çima ku xwedêgiravî ?aredar ?hsan Güler be?darî mewlûdek Kurdî bûye, bi pi?tgirîya PKK hatiye îtham kirin û ji ber vê lotika wî jî, wezareta navxweyî ?aredarî ji destê stendiye û ew kiriye onba?î.

Dibêjin gava biryara wezareta navxweyî digihê bajarê Wan ê û dikeve destê wekîlê BDP Ozdal Ûçar, Ozdalê me dibe wek hespê serxwe?, dûman ji firnikên bêvila wî dide der, biryara wezaretê çîrvîrî hev dike, diqetîne û dibê:“Min di we kirino, madem hûn li ser navê milletê Tirk biryarên bêdadî û bê hihûqî didin, em jî li ser navê milletê Kurd biryarên we nas nakin, wan diçirînin û dixin ciyekî minasib“ û namûsa wezareta navxweyî anî pênc qirû?ên xerabe.

Ez serê we neê?înim, aha gerek her Kurd, her siyasetmedar, her kesê ku piçekî bêvil û pozê wî bi?ewite, temamê biryarên dewletê nas nekin û wan biryaran biçirînin, bikin piçik û parî û di qûna wan biryaran in. Yan na, bi qurban û heyran, bi ?ahîkkirin û hevdu ?emitandinê mesele safî nabe babam…

Wan

About The Author