Gelo Torî ye?

Lotikvana doxînqetyayî û kiras çirvirî Torî Black, silavek pir germ û nerm ji xwendevanên Lotikxanê re ?and û herdu lêvên wan ramûsa. Pi?tî ku navê wê „Torî“ bala me ki?and, me xwe avêt bin konê wê, me xwe li ber tenûra wê germ kir û me jê pirsî:

-Torî xanim, weyla ez bi qurbana herdu çiçikên te bûmê, gelo ev navê „Torî“ ji ku tê? Kê ev nav li te kiriye û gelo eslê te ne ji Torê, ji Midyadê ye?

– Dê û bavê min ev nav li min kiriye. Navekî pir seksî ye û kêfa min pir ji navê min re tê. Min jî bihîstiye ku ji Kurdên derûdora Midyadê re dibêjin Torî, ango çiyayî. Lê girêdana navê min û Torîyên Midyadê bi hev re heye yan tuneye ez jî nizanim. Incex hûn ji dê û bavê min bipirsin, niha ew zanin.

– Gelo dê û bavê te niha li ku ne ku em karibin ji wan bipirsin?

– Di gorê de ne. Rehma xwedê li mirîyên we be li wan be, herdu ji kerê ketin û mirin.

– Ji kerê ketin û mirin?

– Mixabin. Hingî mazot û benzîn buha bûbû, trimbêla xwe firotibûn û kerek ?amî kirîbûn. Carê lê siwar dibûn û pê diçûn karê xwe û vedigeriyan. Rojekê gava kermê?ê bi qûna kerê veda, kerê da lotik û zîtirkan û herdu ji ser kerê 10 metroyan pengizîn newalê û mirin.

– Wax wax wax!

-Erê welle.. Êêêê, wekî din pirsek te tunebe ezê herim studyoyê xwe ?ût û rût bikim. Betalî xirabmalî ye qurban..

-Xwedê ji te razî be Torî xanim. Gelo tu dixwazî silavekê ji Torîyên Mêrdînê re bi?înî ez qurban?

-Çawa naxwazim xwedê hi?to. Ez Torî û ew Torî, ezê ji wan re bibim bi gorî. Bi xêr û selamet, heger rojekê ez hatim Torê, ezê tenûra xwe ji wan re dadim. Bela ji sibê heta êvarî nanê xwe pê vedin. Aha van wêneyên min jî wek diyarî bide wan Torîyên serhi?k, ok!

About The Author