Aha ji we re mebûsê keran!

AKPê lotikek qerase li partiyên din xist û di lîsteya xwe ya berbijêrên hilbijartinê de cih da kerhêzekî. Li ser bextê medyaya tirko be dibêjin, Tuna Bekleviçê ji dolheramên koçberên Balkanan ji bajarê Edîrneyê tevî kerê xwe dibe berbijêrê AKPê yê parlementeriyê.

Dîsa li kûlîsan tê bilêvkirin ku, heger Bekleviç bê hilbijartin û bikeve meclîsê, wê kera xwe jî wek cîgir û sekreter bixwere bibe meclîsê. Tuna Bekleviç, bi çalakiya ku ligel kera xwe li Stenbolê li dijî hikumet û muxalefetê pêk anî bû tê nasîn. Xuyaya kero û xwediyê xwe li ser Kasimpa?alî Recep bandor hi?tine û navê xwe xistiye nav lîsteyan. Ma em çi bêjin ji vê re gelî lotikvanan; herkes di taliyê de diçe ser eslê xwe û hew!..

About The Author