Strana Xwe Nebêje!

Ev serê mehekê ye ku, di duduliyê de me. Ez binivîsim an nenivîsim. Bi zorê xwe digrim. Bi zorê min xwe digirt. Lê edî bes e û heger nenivîsim, ezê bê pelç û biteqim. Ji dêvla biteqim, xwe bi yekî de biteqînim çêtir û ba?tir e.

Carna divê mirov kela xwe birijîne, yan na ew kel, wê di hundirê mirov de bikele, bisincire û bi mirov de biteqe, ew teqîn wê mirov biperçivîne, ji hev de bixe, bikuje…
Divê carna mirov bêhna xwe fireh bike.
Divê carna mirov bi bêhnfirehî tevbigere.
Yek, dudu, sisê… te lê nêrî ku serastkirin, fahmkirin, têgihî?tin, xwe guhertin, xwe nuhkirin tune, tê tiliyên xwe li herdu çavan bixî û hi?ê wî/wê bînî serê wî/wê.
Î?ev min biryar da ku binivîsim.
Lê çi binivîsim?
Ji bo çi binivîsim?
Û li ser çi binivîsim?
Mijar pir in û her wiha karim ji kefa destê xwe, ji bêhnkirina tiliya xwe mijarê derxim û binivîsim. Lê î?ev min dev ji kefa destê xwe, tiliya xwe berda, hewceyî kefa destê min û tiliya min nebû. Ji hefteyan vê heftê min xwest li bernameya “Strana Xwe Bêje” binêrim, tema?e bikim, guhdarî bikim. Lê xwezî televizyon xera bûba û min nenêrîba, tema?e û guhdarî nekiriba.

Pê?bazên ku be?darî pê?baziyê bûne, bi kurdî nizanin. Ji ber ku bi salan zimanê me qedexe bû, wek cinê ji hesin bitirsin, em ji zimanê xwe ditirsiyan û jê direviyan. Ev jî bû sedema jibîrkirina zimên û ziman têk çû. Ev rastiyek e. Xwezî ne wisa bûya, lê mixabin em nikarin ji vê rastiyê birevin. Politikaya asimlasiyonê bi ser ket. Lê li aliyekî din jî, kesên sînga xwe ji asimlasyonê re kirin polad û nehi?tin asîmilasyon pi?ta wan deyne erdê jî hene û hejmara wan jî ne hindik e. Lê hezar mixabin, kesên sînga xwe ji asîmilasyonê re kirin polad îroj ne xuya ne û qedr û qîmetê wan tune. Ev jî rastiya pergalê ye.

Mijara me berî ku belawela bibe, em dîsa lêvegerin. Wek min got, ez ziman?ikestîbûna pê?bazan normal dibînim û dinirxînim. Ji ber ku gelek ji wan di jiyana xwe ya rojane de, nîv saetê bi kurdî napeyivin. Li mal bi tirkî, li sikak û kolanan bi tirkî, li nav dost û hevalên xwe bi tirkî, li ser kar û barên xwe bi tirkî dipeyivin.

Bi tirkî dil digrin û bi tirkî evîndar dibin. Lewma jî hezkirin, xewn û xeyalên wan jî dibe tirkî… Îroj jî ev canik û camêr be?darî pê?baziyeke bi zimanekî jibîrkirî bûne. Dilê min bi wan di?ewite, dilê wan bi wan di?ewite, dilê kesên ku, li wan tema?e û guhdarî dikin bi wan di?ewite. Bi zorê li ser lingên xwe diedilin, dibêjin ya rebbî, bi tenê me bi wê kurdiya xwe ya ?ikestî strana xwe bigota û kesî tu pirs ji me nekira û em vegeriyana “Oda Xwe ya Heyecanê-Ne Kelecanê”.

Sê kesên jûriyê hene; Kadîr îpek, Seîd Yûsif û Yekbûn û her hefte jî hunermendek tirk jî wek mêvan di nav koma jûriyê de cihê xwe digire.

Ji hersê jûriyan herî xwe? Yekbûn dipeyive, dîtin, nêrîn û fikrên xwe tîne ziman. Her çiqas di destpêka vekirina TRT6 ê de, dûr sekinî û wechê xwe ji TRT6ê re tir?otahlî kir jî, nahlet li pera bê, pera ew tir?iya wechê wê bi ?îr û ?ekir ?u?t û niha kêf, ken, ?ahî û bextewarî ji wechê wê difûre. (TRT6 qenala xwefiro?, xayîn û cah?an bû, lê niha ji nîv?ore?geran tu nikarî gav bavêjî. Ax pere axxx!)

Kurdiya Sêîd Yûsif jî ne hewceyî gotinê ye ba? e, lê ti?tekî ji xwe fêm nake. Bi tenê dipeyive û dike qireqîr. Ji bo çi li wir rûni?tiye, hîn jî min fêm nekiriye.

Kadîr Îpek car caran wek hunerzanekî tevdigere û dixwaze ti?tina bîne ziman, lê ji ber zimanê wî peyvan di qirika wî de emirqutî dike û difetisîne, wek pezê gur têkeve nav, fikrên wî ji hev belawela dibin. Heta wan peyvên ji hev belawela bûne, li hev dicivîne, Hasil dihere di Mûsilê re derdikeve. Jixwe ew jî xwe ji bîr dike û bi tenê destê xwe bilind dike û dibêje, “8-9-10”

Pê?kê?vana dil, mejî û kesayet tirk Ozlemê, îmana zimanê kurmancî çikandiye. Di he?tê salî de, pergalê kêm zêde bandor li zimanê kurdî-kurmancî kir. Li hin herêman bi ser ket, li hin herêman jî negihan armanca xwe. Lê ez bawer im ti?tê ku di het?ê salî de pergalê pêk neanî, bi xêra Ozlem, Berfîn û wî yê porxi?xi?k wê pêk were. (Bibore navê wî nehat bîra min û bi xwe re jî nabînim li googlê binêrim. Bawer nakim di googlê de jî hebe; google wê çi bike ji wî û navê wî!?)

Hersê pê?kê?vanên “Strana Xwe Bêje” ziman qetil dikin û em jî ji xwe re li qetilkirina vî zimanî dinêrin. Berê komkujî diqewimî û me tenê guhdarî û tema?e dikir, niha jî roj bi roj destên xwe li zimanê me digerînin û zimanê bi hildiqitînin, dîsa em guhdarî û tema?e dikin.
Di ewqas sal de tu guherîn çênebûye. Em çiqas rehet û hêsan stûyê xwe dirêjî ber kêrê dikin îlahî…

Ozlem û Berfînê, tenê bi zimanê xwe kurdî dilewitînin, lê wî yê porxi?xi?k, tê sond bixwî ku, du gurzên bexdûnis bi serê xwe ve zeliqandiye, çavên wî wek du xaran bi zorê di nav wî bexdûnisî de xuya dike. Him bi zimanê xwe û him jî bi dilqê xwe yê genî, kurdî-kurmancî û kurdayetiyê têk dibe. Dema kamera ji nêzîk ve wî rê dide, tê sond bixwî ku ?eytan pê keniyaye.

Nizanim gelo rêvebirên TRT6ê pir li wî camêrî geriyan e?

Gidî va nivîs qediya, nahlet li çavê ?eytên be, vaaa navê wî hat bîra min Acar bû ha!…
Bi xêra dê û bavê xwe, pi?tî we xwend, nav bi zorê hat bîra min, qet nebe hûn jî pa?navê wî binivîsin…

Mêrdîn

About The Author