May 13, 2011

Mamê me da bin dûvê AKP

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 4

Mamê me ?erafeddîn Elçî, hevpeyvînek qirase daye ANF û çend lotikên germ û nerm avêtine. Elçî gotiye: “Kurdên ku qedera xwe kirine yek, divê bersivek pêwist bidin AKP û serokê wê Kasimpa?alî Receb”.

Mamê me bi hêvî ye ku hevkarîya di navbera her sê partîyên Kurdan de bikin tifaqek demdirêj û rêxistin, dem û dezgehên ku li derveyî hevkarîyê mane jî bik?înin nava vê tifaqê. Mamê me dibêje ku hevkarîya wan li ser sê xalên sereke çêbûye û ew jî „Naskirina nasnameya Kurdî û di fermîyetê de paraztina wê, di her qadê de bikaranîn û perwerdeya bi zimanê Kurdî û desthilatdarîyek xweser a Kurdan“ e. Ango, divê Kurd xwe bi xwe îdare bikin û bibin xwedîyê desthilatdarîya xwe.

 Elçî, lotikek qirase li Kasimpa?alî Receb xistiye û gotiye: „Sermezino di 2005 an de hebûna pirsa Kurd qebûl kiriye û gotiye ezê vê pirsgirêkê çareser bikim. Lê xiyaro ji bo ku ra û dengê Tirkan bistîne, îro hebûna pirsa Kurd înkar dike û lotikên pa?ûpê davêje“ û ji Kurdan xwest ku wek mîlîtanan bixebitin da ku li Kurdistanê vê tirrê ji Kasimpa?alî û AKP re nehêlin.

Ez serê we neê?înim, mamê me ?erafeddîn Elçî xwe? gotiye, nerm gotiye û germ gotiye. Heçê bixwazin namzetên Kurd berê xwe bidin meclîsa Tirko û Kasimpa?alî Receb li Kurdistanê têxin xefika mi?kan, divê wek mîlîtanan, wek gêrik û mûrîyan bixebitin cîgerên min. Ji ber ez seqet im û lingekî min tuneye, ez nikarim bibim mîlîtan. Ez karim dua ji wan re bikim. Îcar hûn çi dikin hûn bi qîma xwe ne û xelas…

Enqere

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

4 Comments Already

  1. Belè serseran u sercavani .em è kasimpasa spor,ra golè besiktasè qerasa bavejin.

  2. BELI MAM?N EMI JI RECOBO RA BIJIN ANANIDA AL G?T BURDAN

  3. mama me elci xwes kiriye u ida xwe ji heye hevidarim kurde guhe xwe bidine ji tecruben wi feyde bibinin u xwe tevli xwesteka wi bikin.

  4. Xwezî her du lingên te ba?bana birêz, ku te jî di nav civakê de lotikan biavêta û biatana Kurdistanê. Amed xwe?tir e, ez jî dixwazim herim Amedê. Em ê hevdu li wir bibînin û bijî lotika pîroz û evrar.

    Reklamek bi lotikî!

    Li Kurd1ê de mêvanê bernameya Civata Fatê ya vî êvarê kek Brîn Dar e. Bername dê î?ev di saet 21:00an (li gor Amedê) de bê we?andin…..
    Zindî Kurd1 li ser torê: http://www.kurd1.com/ku/live/
    Emê Lotikên xwe? û stranên ji dil û Kurdistanî guhdarî bikin. 😉
    Siberoj

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: