Ne rêz hi?tine ne jî hurmet

Em hew zanin çi navî li van dew?îrmeyan bikin. Êdî anîne wê sewîyê ku bê ?erm û fedî êrî?î pîrejinan jî dikin û kerê min nizanim bera çiyê xwe didin.

Ji wan re qet ferq nake, kalemêr dibe, pîrejin dibe, zarok dibe, hema ku Kurd be û bêhna Kurdayetîyê ji wan bê, ji wan re bes e. Çawa ku gava ciwangeyên Îspanyayê çav li paçê sor dikevin dîn û har dibin, polîs û eskerên Tirko jî gava çav li Kurdan dikevin, ji wan ciwangeyan jî çavsortir dibin û êrî?î wan dikin, kî ket ber derbên wan efû nakin.

Li Cizîrê xaltîka me Qumrî Candûrûk a 70 salî jî nesîbê xwe ji zîtirkên polîsên dewletê girt. Qumrî Candûrûk ji bo ku nevîyê xwe yê 13 salî ji zilma polîsan biparêze, xwest ji polîsên virqo re bibe asteng, kezeba wê li ser torinê wê ?ewitî. Lê dolheraman hem xaltîka me Qumrî xanim dan ber lêdanê û hem jî torinê wê yê 13 salî girtin birin.

Îcar barbar û yamyamên ?ikeftên Afrîkayê jî vê bêrêzî û bêhurmetîyê li himber pîrejinek 70 salî dike gelo? Erdogan ê ku ji sibê hetanî êvarî demokrasî û bratîya sexte di devê xwe de kiriye benî?t û dicû, wê kê bixapîne? Kasimpa?alî yê ku serê hefsarê polîsên devbixwîn berdaye û ha ha wan hildiperikîne ser serê Kurdan, behsa kîjan demokrasî û îslamê dike, behsa kîjan bratî û go?t û nenûkê dike ez jî nizanim.

Lê ez ti?tekî pir ba? zanim. Min ti?tek ba? fêhm kiriye. Heta ku ew go?t û nenûk (!) ji hev neqetin, heta ku Kurd wan nenûkên heram ji tilî û pêçîyên xwe jênekin û navêjin, heta ku Kurd di her warî û di her qadê de sînorekî nexin navbera xwe û van „brayên xwe yên nankor û sextekar“, wê Erdoganek bê û Erdoganekî din biçe. Wê Kurd her û her kurtanê kerên van dolheraman bin.

Werhasilî kelam, çapemenîya Tirko bixwînin.  Roj namîne ku yekî Tirk dest neavêje keça xwe, xaltîk û metika xwe, pîrik û jinbava xwe. Kesên ku zinê bi keçên xwe re bikin, wê çilo êrî?î jinek wek xaltîka me Qumrîyê nekin? Çawa be qîmetê jinekê û mirî?kekê li cem wan wek hev e…

Stenbol

About The Author