400 berxik nobedarîya wî dikin

Nizanim çima ev serokên dewletên Rojhilata Navîn û bi taybet jî serokên Erebên qûnreş evqasî ji jinan hez dikin. Erê ez jî ji wan berxik û mîhan hez dikim, lê ne bi vê ecêba Erebên doxînsist.

De binerin bê kî xalê me Qeddafî diparêze.

Li gora fitne û fesadên ereb dibêjin, dibêjin xalê me Qeddafî ji 400 keçên germik û nermik yekîneyek taybet ava kiriye û ew 400 keçên wek berxikên buharê wî diparêzin. Û hetta dibêjin gava xalê me Qeddafî dice serşok yan avdestxanê jî, ew berxik li devê derî nobedarîya tirr û fisên wî dikin.

400 keçên 17-18-19 salî kuro!?

Axir, misilmanên me emrê xwe bi nimêjê derbas dikin jib o xwedêgiravî biçin bihuştê û bibin mêrê 70 horîyên bihuştê, lê xalê me Qeddafî li vê dinyayê bûye mêrê 400 horîyan kuro. Ma law ev edalet e babam?

Îcar dibêjin çima Qedddafî teslîm nabe û dev ji serokatîyê bernade.

Kuro law ma destê wî ji wan 400 berxikan dibe? Ma go dev ji serokatîyê berde belkî pîrik 70 salî jî pê qaîl nebe wî, ma kî ji lotikên xweş direve?

Lîbya

About The Author