Bedewa herî xirab

Model û lotikvana Ingilîz Melîssa Deblîng xwe wek „bedewa herî xirab“ da nasandin. Lotikvana 22 salî, çiryayî û diryayî Melîssa Deblîng, ji sîxurên eşîreta Lotikxanê re got ku „ew qet ji şût û rûtbûnê ne aciz e û gava laşê xwe berdide çolê, pir dilxweş û xwe azad his dike“.

Melîssa Deblîng, ji sîxurê me Doxînsisto re anî zimên ku „erê ez ji tazîbûnê hez dikim, lê ji bo vê tazîbûnê ez ji stendina peran zêdetir hez dikim. Tu sînor û mînoran nas nakim. Kengî li min rabû û girêzê xwe bera nav delingên min da, ez xwe şût û rût dikim û kela dilê xwe hênik dikim“ û zimanê xwe li dora devê xwe xist.

Ez serê xwe, we û Melîssa xanimê neêşînim, lotikvana 22 salî, berxika Ingilîz, stêrka xewn û xeyalên qeraseyên Ingilîztanê Melîssa Berlîng, çend wêneyên xwe yên germik û nermik pêşkêşî xwendevanên me kir, silavên xwe ji wan re şand û herdu lêvên wan ramûsa. Heke rojek ji rojên xwedê bibe qismet, wê Melîssa xanim bê û di dîwana eşîreta me de jî xwe şût û rût bike û çend lotikên Brîtankî li xwendevanên me xe.

De xwezî bi wê rojê rebbî….

London

About The Author