Abid 61 di Paltalkê de şeva min kir quzelqurt

Do êvarî min got ezê herim ba biraderê xwe yê Omerî hogê berana, tirşikciyê Kurdistana Paltalkê, nanê şikeva,  siyasetmedarê Kurdistana paltalkê Kurdo Bavê Şêrzad.

Lê yekî genî ku bîna şebîha mala Esed jê dihat, mîda min tevlihev kir, rojiya min xera kir û hişt ku ez li gotinên wî vegerînim, lê alawekîl biraderê minê hêja, hogê berana Kurdo bavê Şêrzad jî teqsîr nekir û rahişt min û ez ji nav wê virika koçka xwe avêtim. Weyyy tifûûûû û lehnet li Abid û yên mina wî bê û hew!

Ez behwer dikim ku ya baş ewe ez pêşî meselê ji we re bêjim ka çawa çêbû.

Şevê din li ba Kurdo koçka Serhildana Rojavayê Kurdistan babet li ser rengê Kurdî û îna ala rengî bû. Hela hela Mencolê….

Neîse,  yekî bi navê Abid 61 diaxivî. Ya rebî tu mala bavê wî xera bike, agirê Hema û Derhayê bi mala bavê wî bixe, vî qeşmer kurê qeşmeran namûsa tevgera Kurdî anî pênc qirûşan û Kurdo jî guh miç kiribûn. Mixabin, mixabin û mixabin ku yên nexwendî (umî) mina Kurdo û Cemo di paltalkê de bûne serkêşê civata Kurdên rojava. Alah wekîl mala bavê Kurdên binxetê xera bû û ecacoka Erebên qûnreş li wan rabû. Weyyyyyy tifûûû li min be ku ez bûm hevalê van qûnalêsan….!

Neîse, ev necamêr li ser tevgera Kurdî diaxivî û birêz Mesûd Berzanî, Celal Telebanî, Abdileh Ocalan û Salih Muslim û yê din … tev kirin xayîn kurê xayînan.

Wextê min ev gotinên wî bihîstin, ez soromoro bûm û pozê min şewitî, min ji Kurdo re got: “Kuro Kurdooooo, malmîrat, mudaxele bike qurban, vî necamêrî Abid 61 Kurd tev kirin xayîn law, ma tu di guhê gê deyî oxlim. Ma tu nabihîzî Kurdo?”

Yabo min nedît vî qeşmerê Kurdo ji dêvla wî bavêje yan jî bi kêmasî vî necamêrî hişyar bike, ji bo zimanê xwe bike qûna xwe û careke din bêedebiyan neke, lê mixabin Kurdo yê Omerî ez ji koçkê avêtim. Alah wekîl bi vî karê xwe Kurdo jî bû şebîha û kevçiyê xwe di tirşika Esed dakir. De tirşika Esed li te nosîcan be Kurdo, wey di qirika te de bimîne rebbî! Bi quran te egala me Omeriya tewand û hew.

Ez birê we me, di cî de min xeber da sîxurên Lotikxanê yên li Qamişlo û doza TEQRIRê li ser vî necamêrê Abid 61 li wan kir, ka esil û feslê vî qeşmerî çiye û çima wisa dike û wa diaxive.

Li gora teqrîra ku kete destê min, navê wî Adilrehmane, ji Qamişlo ye û endamê rêkxistina Emel Alşohiye û çend sala ji bo vê rêkxistinê ketiye hepsê, di hepsê de bêhna tirşika şewitî jê hatiye û ya herî balkêş ku ji ber zimanê wî yê dirêj  PKK  zimanê wî xistiye qûna wî, pozê wî şikandiye û guhê wî ji yê tajiyan dirêjtir kirine. Lê dîsa li ber xwe neketiye û hê jî gemara xwe berdewam dike. De xwedê hevalan li ser serê te kêm neke û aqûbet li Kurdo be rebbî!

Lê weke ku biraderekî ji min re got, bavê Mezlûmê hêja (Elîfero) dilê xwe lê hênik kir û heyfa min jî jê hilanî û her wiha jî ew di nava civatê de kir ker kurê keran.

Axir, tirşikçî û qûnalêsên ku zimandirêjîya serokên Kurdan dikin pir in. Zêdebûna ser kezebê ew e ku kesên ziravqetandî û newêrekên ser sergoyan jî didin dû van tirşikçîyan.

De xwedê kerîm û rehîm e canim, helbet wê rojekê ew tirşika wan bi goştê wan ê heram bê kelandin û wê kesek tunebe ku wê tirşika wan a heram jî bixwe bi dîn û îman…

 Kurdistana Paltalkê

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author