Cejneke din hat û çû. Me ne tişt ji xwe û ne jî ji cejnê fêhm kir. Jiyana me bûye mîna erdê beyar, êdî ne cejn lê şîn tê, ne şahî lê şîn tê û ne jî kêf û bextewarî…
Roja ewil ji mal derneketim. Wek her rojên Xwedê şiyar bûm, çûm destavê, min dest û lingên xwe, bibore, dest û ser çavê xwe şuşt û hatim rûniştim li ser taştê. Li Wanê ji firavînê re dibêjin taştê. Ji xwarina serê sibêhê re jî dibêjin sertişt. Firavîn jî di nava nîvro û êvarî de, yanî esir tê xwarin. Min jî digot çima Wanî ewqasî xweşik û rengê çavê pîsîkên wan jî rengo rengo ne. Canik û camêran, tu paşîvê jî bihesibîne, rojê pênc caran nên dixwin. Axir ez di ku de mabûm? Temam hat bîra min. Min xwar taştiya xwe wek mêran, zik li xwe kir têra keran û vezeliyam wek doxîna tolazan…
Di nûçeyan de digotin, Ji bilî AKP û CHP ê parlamentên partiyên din neçûne cejna hev pîroz nekirine. Ji gunê lawê min be! Ji xwe têra xwe me dixapînin, vê carê jî em xapandin. Ma niza xwe jî naxapînin.
Ji bo min, ha roja yekem, ha roja duyem; wek hev in. Ez roja duyem jî derneketim tu deran; ji xwe min ji xwe re şekir û çikolat jî kirîbû; hewcedariya min bi şekir û çikolatên kesî tune…
Yanzdeh meha her tişt serbest e. Derew serbest e; xwexapandin serbest e; xwarin û binpêkirina mafê mirovan serbest e; destavêtina namûsa hev serbest e; Araq serbest e; pevçûn, lihevxistin, fesadî, paşgotinî serbest e; meha duwazdeha jî şuştina van kirinan sunet e. Derî li ser xwe bigrin, xwe bê nan û bê av bihêlin û tenê bila lingên we ji ser sicadê neşemite û bi derekê nebe…
Ma Niza apê me yî Kemal Bûrkay di vê cejnê de li deriyê kê û kê li deriyê wî xist? Weleh ez bi xwe neçûm mala wî, min li deriyê xaniyê wî nexist û nizanim ka çi cure şekir an çikolak kirîbû.
Di nûçeyan de qala bombebarana Qandîlê dikirin. Rast, derew, xêr û guneh di stûyê wan de be, digotin di van sê-çar rojan de li dor 145-160 teroristan hatine kujtin. (Terorist bavê we ye) Heke li gor vê mentiqê em tevbigerin tiştekî wiha jî tê aqlê mirov. Heke hûn ewqasî egîd û mêrxas in û di sê-çar rojan de ewqas şervan dikujin û ji xwe hûn dixwazin koka wan jî qir bikin, wê çaxê berdewam bikin, di du mehan de hûn ê kerrên wan di kwîrên wan re derxin, li wî çiyayî ne tenê mirov, ajal jî namîne. Kes ji derewan nemiriye…
Ez dixwazim bêjim, “Di diya derewînan nim!” lê nahlet li çavê şeytên bê, bila ev jî camêriya min be.
Ka ew cejnên berê. Em mal bi mal digeriyan, me bi kîsan şekir didan hev Destmaçîkirin, gepmaçîkirin, şekir, pere, lîsk, ger, kêf, seyran û mezintî û biçûktî…
Bengî Yildiz tevî dost û hevalên xwe yên malbatî li Bodrimê nîvtazî hat dîtin. Di pêvajoyeke wiha girîng û nazik de her çiqas me nexwest em bawer bikin jî, di înternet û feysgûyê de wêneyên wî û dost û hevalên wî yên malbatî wek wan wêneyên li ser rûpelên kovarên playboy û rojnameyên Tan û Bûlwarê derketin. Her çiqas bezê zik û noqa wî daliqiyayîbû jî, dişibiya xortaniya Mehmet Alî Erbîl. Zêde najon ser Bengiyo, mafê wî jî heye xwe germ bibore, hênik bike.
Xwedê mirov bistirîne, di germê de kîrê mirov jî radibê û hestên mirov jî gûr dibin û tevradibin. Xwedê Teala mirov ji bobelatên mezintir bistirîne. Le ku qûn rabe, tê çi xweliyê li serê xwe ke? Dema qûn rabe jî, heta kurmê xwe neşkîne, natebite…
Di cejnê de xwarina tirşika fasûliyan û sawara pirincê pir xweş e. Lê divê mirov hay ji xwe bike, lewre şekir, tirşik û sawar berşoşkbûnê çêdike. Berşoşkbûn jî mirov virikî dike. Ji bo qûna we neke çireçir, şekir, goşt, tirşika fasûliyan û sawara birincê tevlihev nekin haa! Ji min gotin li we kirin…
Dema mirov zêde li hember kompîturê rûdinê, çavên mirov dibin wek zotika mirîşkê.
Ji alî pîrebokan ve qeyda dengê paşayê lingşemitî İşik Koşaner hat serwîskirin…
Di wê qeydê de İşik paşa li qebhetî, teresî û kêrnehatiyên xwe mikur dihat.
Gelo li pey vê qeyda deng, çend kesan serê xwe ji qûna xwe kişand û li dora xwe nêrîn?
Gelo heta kengî ew ê vê pergala kurmî, rizyayî û pûç biparêzin û li pey herin?
Ka cejnên berê kaaa!
Berde binê te erd e
JI TAHÎRÊ MIN Ê BÊHNRIHAN RE!
Xaltîka me Îlham lotikek ademî avêt