Bijî PKK!

Xelet fêhm nekin kaka, em behsa PKK a bakur nakin, behsa PKK a başûr dikin.

 

Wek hûn zanin, rejîma Sûrîyê dest bi qetilkirina keran jî kiriye û kerên Sûrîyê niha ji ber zilma rejîma Sûrîyê dest bi rev û koçberîyê kirine. Hinek ji wan keran berê xwe dane Ewrûpayê û doza penaberîyê kirine, hinek xwe di qul û şikeftan de vedişêrin û grûpek ji kerên Sûrîyê jî xwe avêtine tor û bextê Partîya Kerên Kurdistanê û doza paraztinê ji serokê wê Umer Kelol kirine.

Wek tê zanîn, PKK û serokê wê Umer Kelol kerparêz in û mafê kerên Kurdistanê diparêzin. Li gora Umer Kelol û rêbaza partîya wî, ker heywanê herî bargiran in û xizmetek mezin di ber Kurdan û şoreşa Kurdan de kirine.

Ez serê we neêşînim, serokê PKK Umer Kelol, di Fisbokê de bangewazîyek qerase belav kiriye û doza “paraztina kerên Sûrîyê” li awira gelemperî, Ewrûpa û Yekîtîya Milletan kiriye.

Ez li ser navê “Sîxurên Lotikxanê yên Kurdistana Iraqê” piştgirîya Partîya Kerên Kurdistanê dikim û mafê kerên Sûrîyê jî diparêzim. Birastî jî keran di ber doza Kurd û Kurdistanê de xizmetek mezin lîztine, gellek siyasetmedarên Kurd bi xêra siwarbûna wan keran ji destê Saddam xilas bûne û çek û tifingên şoreşê dîsa bi xêra wan keran gihane ser çiyayên Kurdistanê. Bawer bikin heke piranîya Kurdan wek kerên Kurdistanê welatparêz bûna, niha ji zû de Kurdistan azad bibûya. Lê mixabin kerên ku ji kerên Kurdistanê kertir in û hîna jî di xizmeta dijminê xwe de ne pir in.

Bijî Partîya Kerên Kurdistanê!

Bijî Serok Umer Kelol!

Duhok

About The Author