Xalê me Beşîkçî vê carê behsa roja qiyametê kir

Gunikreşê di ser xwe re, qerase û xilçê zilaman, insanê insan û dostê Kurdan xalê me Îsmaîl Beşîkçî, vê carê behsa roja qiyametê kir ku ne dikeve serê min û ne jî dikeve serê dîk û mirîşkan.

Xalê me Beşîkçî, vê carê ragihand ku „Heke çareserî di nav sînorên Tirkiyê de tê xwestin, divê BDP biçe meclîsê, di pêvajoya çareserîyê de xwedîyê axavtinê be, karibe serî li himber Îmralî û Qendîlê rake û wan kontrol bike, ayet û fermanan ji wan nestîne. Divê Qendîl û Îmralî guhê xwe bidin BDP“ û filan û xeftan.

Yaw xalê Beşîkçî, weyla Kurdên pîs bi qurbana ferek gunikê te bûno, ma ka ew gunikreş û babaegîdên ku guh nedin Qendîl û Îmralîyê cîgerim? Ma ew gunikreş û babaegîd di nava BDP de hene gelo? Yan tu behsa roja qiyametê dikî qurban?

Na na xalê Beşîkçî, van rojan hay ji xwe hebe qurban. Heke van rojan ji bo van gotinên te hinek te nekin „objektîk, sûbjektîf û sosyal ajan“ ji xwe te kefen qetand ellawekîl.

Bi dîn û îman ez jî wek te difikirim lo, lê ka yê ku bawer bike xaloooooooo?

Ha te li cem misilmanan behsa çirandina quranê kir, ha te li cem BDP behsa binpêkirina Qendîl û Îmralîyê kir, qet ferq nîne.

Na na, ez dibêjim divê BDP î çend nivişt û bazbendan ji xalê me Beşîkçî re çêkin ji bo îmana wî taze bibe û Qendîl û Îmralî li ber dilê wî şîrîn bibin, we go çi?

Stenbol

About The Author