Xaltîka me bi serê Tirkan sûnd nexwar

Belê, BDP î piştî 3 mehên bi xir û cir, piştî damezrandina (!) „Xwelîserîyek Demokratîk“, piştî di armanca xwe de kevirek dananîn ser kevirekî, polîpoşman pişta stuyê xwe xurandin...

Belê, BDP î piştî 3 mehên bi xir û cir, piştî damezrandina (!) „Xwelîserîyek Demokratîk“, piştî di armanca xwe de kevirek dananîn ser kevirekî, polîpoşman pişta stuyê xwe xurandin û berê xwe dan meclîsa Tirko, ketin rêzê û ji xeynî Bengî Yildiz, tevan sûnda „Ataturkun devrim ve inkilaplarina bagli kalacagima“ xwarin. (http://www.youtube.com/watch?v=WAsQ1eTlfig

Min bala xwe da sûndxwarina xaltîka xwe Leyla Zana. Dilê min pir bi halê wê şewitî hûn zanin. Gava sûnd xwar, xuyabû ku bê dilî xwe dixwîne û xwêsîya xwe dadiqurtan. Lê di dawîya sûndê de kêm be jî lotikek îdare avêt û di şûna „Yuce Turk mîlletî“ de gotina „Yuce Turkîye mîlletî“ bi kar anî. Ango, ne „Milletê Tirk ê abadîn“„Milletê Tirkiyê ê abadîn“.

Ez serê we neêşînim, xaltîka me Leyla Zana serê xwe ji „Yuce Tirk milletî“ re dananî, bi serê Tirkên dewşîrme sûnd nexwar û baş an xirab, kêm an zêde, dilê xwe û me rehet kir. De xwedê di meclîsê de qiwetê bide xaltîka me Zana rebbî…

Haaaaaa, berî ez ji bîr bikim qurban. Ev çi bi pelûla „Demokratîk Ozerklîk„ê hat yaw? Bi ku de çû, çima ava bû, çima bincil bû? Ka qaşo weyê meclîsa xwe dameziranda lo? Yan we konê meclîsa xwe ji Amedê barkir meclîsa Enqerê cîgerim?

Ê helbet canim, ma wê meclîsa Amedê zikê kê têr bike looooooooo!

Amed

Categories
Kadîn
  • Bê çete jiyan nabe!

    Z.Brîndar Kurd milletekî ecêb in. Serok û rêvebirên Kurdan hîn ecêbtir in. Tew siyasetmedarên wan ji tevan ecêbtir in. Li şûna ku ji bo yekîtî û xurtkirina tevgera rizgarîxwaza...
  • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

    Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
  • PKK û bangewazîya yekîtîyê

    Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
  • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

    Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

    M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
  • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

    Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
  • Dîko Amerîka tevlihev kir

    Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...