Roj roja şêra ye, berdin pisîkan!

Li gora min heta îro pisîkan serkêşî û serokatîya tevgera rojavayê Kurdistanê kiriye. Gunikreş û babaegîdên ku rabin bi mêranî û fedakarî doza serxwebûna rojavayê Kurdistanê bikin ji nav me derneketine. Lê şikir ji xwedê re, va şêrên me derketin qada şer, qada mêranîyê û dibêjin “Emê Kurdistanê bi xwîna xwe biparêzin”.

Li ser bextê mişk û pisîkên rojavayê Kurdistanê û malpera Youtube be, dibêjin xortên rojavayê Kurdistanê hêzek canfeda ava kirine û bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwarine ku ewê Kurdistanê li dijî rejîma Baas biparêzin. Vê hêza ku navê “Şêrên Welatê Kurdan” li xwe kirine, bi nexşa Kurdistana mezin û ala Kurdistanê xwe xemilandine û kêfa me anîne.

Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin Şêrên Welatê Kurdan jî ji siyaseta pisîkên Kurdistanê aciz bûne û dibêjin ku “tu xêr ji siyaset û tiralîya pisîkan dernakeve, divê şêr û pilind rola xwe bilîzin û rêberîya şoreşê bikin” û dane lotikan.

De haydê şêrno haydêêêêêêêê!

Hûn şêr in û em lotikxanecî jî piling in. Heke me şêr û pilingan dest da hev û enîyek netewî saz kir, bi ellawekîl emê tirrê ji Baas û malbata Esed berdin lo, wey! Ma kes kare xwe li ber şêr û pilingên Kurdistanê bigrin kuro, waweylê!

Pîroz be yabo qurban, Şêrên Welatê Kurdan pîroz û bimbarek be rebbî!

Qamişlo

About The Author