Aha îcar xweş bû!

Hihûmeta Erdogan dixwaze li dijî çalakîyên PKK şêwe û metodên nuh bi kar bîne. Ev metod li Amerîkayê jî tê bi kar anîn û xuyaye berhemên xwe jî dide.

Hûn zanin, dibêjin „pere dikute mere“. Dewleta Tirk îcar dixwaze bi peran mirovan (bi taybet jî Kurdan) teşwîqî îxbarê bike û endamên PKK bide girtin.

Li gora amadekarîya wezareta navxweyî, dibêjin zagona „îxbarkirinê“ tê amadekirin û wê bi vê zagonê endamên PKK têkevin ber lotik û zîtirkên îxbarcîyan. Li gora sçxurên me ji nava meclîsa Tirkiyê didin zanîn, kesên ku ciyê yekî PKK î îxbar bike, wê têra xwe peran bistîne û bi wan peran kêfa xirrê xwe bike.  Îcar ên ku herî zêde mirîyên peran in kî nin hûn zanin? Em Kurd in.

Hinek ji me Kurdan ji bo peran û malê dinyayê tiştek nema û nekir. Ne namûs hişt, ne welat. Ji bo çend qirûşan xwe di bin Tirkan de avêtin erdê û bûn kurtanên kerên wan jî.

Xwedê bikim ez xeyalşikestî derkevim û di vê mijarê de xelet bim. Lê ez dibêjim ji %80 kesên ku ji bo peran îxbarîya zarokên xwe bikin wê dîsa em Kurd bin.

Aha îcar çû ji PKK de ellawekîl. Ma law di vê xela û buhrana aborî de kî peran naxwaze? Bi sê telaqan, kesên ku ne PKK î bin jî wê ji bo peran bên girtin  û têkevin ber lotik û zîtirkên îxbarcîyan lo, wî! Ma em bi qûna hev nizanin babam?

De xwedê kerîm û rehîm e lo….

Stenbol

About The Author