Nov 26, 2020

Mijar û mesela zimanê fermî meseleyek giran û zehmet e. Bawer bikin çare û derman ji kanser û AÎDS ê re tê dîtin, lê ji yekbûna zimanê Kurdî re nayê dîtin.  Ma em Kurd ew Kurd in ku dev ji serhişkîya xwe berdin, ji hev daxun û zimanê xwe bikin yek? Na bavoooooo, ev çi derew e! Yan wê zimanê Xelo be, yan ê Celo. Wekî din nabe û heram e.

Di vê derbarê de kekê me Emîrê Findî di rojnama War de nivîsek nivîsî ye û lotikek kesanedî avêtiye.

Emîrê me behsa pirsgirêka zimanê Kurdî kiriye û piştre mesele anîye ser rewşa zimanê Hindistanê û pêşniyazek kiriye. Çiye pêşniyaza wî hûn zanin?

Gotiye: “Ya baş ew e em zimanekî biyanî bînin û bikin zimanê xwe yê fermî ji bo nivîsîn, xwendin û hikûmetê. Baştirîn zimanê biyanî jî zimanê Îngilîzî ye, êdî hêdî-hêdî bila ew ziman bibe zimanê fermî û bila zimanê Kurdî jî bi hemû zaraveyên xwe bimîne, wek mînak; Wek Hindistanê bila me jî hindek rojname, kitêb, hozan û stran bi zimanê Kurdî hebin, lê zimanê xwendingehan, zimanê nivîsîna fermî a hikûmetê û parlamentoyê bila zimanê Îngilîzî be. Bi vî awayî wê xwendekarên me gelek pêş bikevin û ji welatê me re jî gelek derî bên vekirin”  filan û fîstan.

Siphan ji hikmeta xwedê re!

Maşelle û şabaş!

Kuro çima tu dûr diçî û berê xwe didî Hindistanê kaka? Çima Ingilîzî lê ne zimanê elokan?  Ma zimanê elokan kêmî Ingilîzî ye canekem?

Na na qurban, dev ji xewn û xeyalan berdin û aqlêselîm bifikirin. Ne zimanê Bahdînekanim, ne zimanê Soranekanim, werin îmanê û em zimanê fermî bikin zimanê Lotikxanê û hûn sax…

Dûr neçin, Lotikxane ji Hindistanê nêzîktirî we ye baba…

Hewlêr

%d Bloggern gefällt das: