Boxê berana bû pizot û agir!

Serokê Partîya Demokrata Lîberal a Rûsyayê Vladîmîr Jîrînovskî, dîsa lotikek xweş û geş avêt û dilê Kurdan xweş kir. Xalê me Jîrînovskî, wek hercar, vê carê jî doza serxwebûna Kurdistanê kir û pozê NATO û Ewrûpîyan firkand.

Vladîmîr Jîrînovskî, bi daxuyanîyekê ji civaka rojava piştgirî xwest û got ku „li herêma Rojhilata Navîn yek ji mijarên herî girîng serxwebûna Kurdan e û divê Amerîka, Rûsya û Ewrûpa xwedî li Kurdan derkevin da ku li herêmê şerek mezin çênebe“ filan û bêvan.

Xalê me Jîrînovskî germa germa pê de çûye, şûjinek di NATO de rakiriye û otiye ku „çawa NATO ket nava Lîbya, niha jî Sûrîye di dora tenûrê de ye. Rojava Kosova nas kir, lê bêbavan heman giringîyê nadin pirsgirêka Kurd. Tirkiye deh sal in bombeyan bi ser Kurdan de dibarîne, lê kesek mala xwe nabe mîratê û dengê xwe nake, xwedî li Kurdên reben dernakeve“ filan î xeftan.   

Gunikreşê xalê me Jîrînovskî, îmana Tirkiyê û Îranê teneke kir, di tûrikê wan de mîzt û got ku „Tirkiye û Îran hevpar û şirîk in, divê Ewrûpa û Amerîka vê yekê li ber çav bigrin wî. Kurdistan ji alî Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrîyê ve hatiye dagîrkirin û parçekirin, Kurd 40 milyon in lê welatê wan tuneye. Ka qanûn edalet babam? Wey ez di wilo edalet nim erê welle û hew!“ û di mesela mijara Kurd û Kurdistanê de sor bûye, bûye pizot û agir.

Werhasilî kelam, heta bi yekî wek Jîrînovskî jî serxwebûna Kurd û Kurdistanê dixwaze û diparêze. Lê mixabin hinek Kurdên me dane dû qûna bratîya Kurd û Tirkan û Kurd û Kurdistan kirine bi qurbana Demokratîk Tirko Cimhûrîyetî.

Ma ka yê ku ji helwesta xalê me Jîrînovskî şerm û fedî bike!?

Moskova

About The Author