Juan Carlos îmana PKK û BDP teneke kir

Pisporê Tirkiyê yê rojnameya Îspanî Elpaîs Juan Carlos Sanz, lotikek qerase li PKK û BDP xist û hema bêjin tirr ji meselê berda.

Juan Carlos Sanz, bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar û dibêje ku “Jina min ji min berdayî be PKK Kurdan temsîl nake, sedema ku Kurd ra û dengên xwe didin BDP, bêalternatîfbûn e. Heke alternatîfek din hebûya, wê Kurdan dengên xwe nedabûna BDP babam” û pêde çûye.

Juan Carlos Sanz, germik û nermik ajotiye ser PKK û BDP û dibêje: “Kurd difikirin ku ew partî mafê wan diparêzin, ji ber vê dengên xwe didin wan. Wek ku li Îspanya û welatên din dibe, heke di nav Kurdan de partîyên netewperest, çep, rastgir yan mihafazakar hebûna, Kurdan berê xwe nedidan partîyek wek BDP radîkal. Lê ji ber ku meydan vala ye û BDP li gor dilê xwe hespê xwe dibezîne, Kurd jî mecbûr mane ku serê xwe jê re bitewînin û dengên xwe bidin wê” filan û fîstan.

Lotikvanê Îspanî Juan Carlos Sanz, piştgirî da makzagona nû û gotiye ku „Divê di makzagonê de nasnameya Kurdan bê naskirin û ji her tiştî girîngtir jî, divê mafê perwerdeya zimanê zikmakî ji Kurdan re bê dan. Divê peymanek qanûnî di navbera Kurdan û Tirkan de bê çêkirin. Yan na, wê Kurd û Tirk heta roja qiyametê jî wek mişk û pisîkê bidin dû hev“ filan û xeftan.

Xalê me Juan Carlos Sanz, ji Ajansa Nûçeyên Cîhan re bi dîn û îman sûnd dixwe û dibêje: „Binerin cîgerim, PKK bi terorê, bi kujtina sivîl, esker û polîsan bûye gerîllayên profesyonel. Bela kesek xwe nexapîne, di warê legal de tu beşek PKK ku karibe bi azadî siyasetê bike tuneye. Li Îrlandayê baskê Sînn Feînn a ÎRA, li Îspanya baskê Batasûna û Sortû a ETA yê hebûn. Bingeha polîtîk a PKK sisto misto ye, rizyayî ye. Erê di warê legal de temsîla BDP heye, lê nasnameya wê ya polîtîk tuneye. Hêza ku polîtîka û xeta wê ya siyasî destnîşan dike, çawîş û başçawîşên Qendîlê ne. Ji ber vê; wek li Îrlanda û Îspanya guhertinek pêk nayê. Li Îrlanda û Îspanya partîyan têkilîyên xwe ji grûpên çekdarî qut kirin û daxwazên xelkê anîn zimên, banga çekberdanê kirin û bi ser ketin. Lê çawa ku mişk ji pisîkê ditirse, BDP ewqasî ji PKK ditirse û nikare siyasetek bi îrade û serbixwe bimeşîne“ filan û bêvan.

Ez serê we neêşînim, li gora xalê me Juan Carlos Sanz dibêje, heta BDP ev BDP be û qibleya wê çiyayê Qendîlê be, wê tu xêr û bereket ji lotikên wan dernekevin û wê Kurd jî wek hespên serxweş serê xwe li hêt û dîwaran xin wesselam…

Madrîd

About The Author