Qantira me şehîd ket

Polîsên Tirko êdî ji ker û qantirên Kurdistanê jî ditirsin. Hingî bombe di nav paq û lingên wan de diteqin, êdî çi heywan xwe nêzîkî wan bike, dibêjin qey terorîst in û wê xwe di nav koma wan de biteqînin.

Li ser bextê hirç û heftarên çiyayên Colemêrgê û Wanê be, dibêjin li ser rêya Colemêrg û Wanê, polîsên Tirko dîtine ku wa ye qantirek barkirî berê xwe dide wan û xwe li wan digre. Dibêjin „vitevit“ ketiye qûna polîsan, dilê wan „tak-tîk, tak-tîk“ lêxistiye, bi xwe de miztine û qêrîn bi wan ketiye, gotine „ûlan oxlim xwe veşêrin, xwe veşêrin qantirên terorîst hatin me lan“ û berê keleşkofan dane qantira reben.

 

Axir, piştî şerek dijwar, qantira me şehîd ketiye û berê xwe daye bihuşta rengîn.

Îcar ji bo ku walî û polîsên Tirko eyba qûna xwe veşêrin çi dibêjin?

Dibêjin: „Yabo dêya min jina min be barê qantirê bombe bûn lo, wî. Wê qantirê xwe di nav me de biteqanda û nîhaba kefenê 101 bavê me babam“ û kirasekî dikşînin ser sedema qetilkirina qantira Kurd.

Werhasilî kelam, êdî mişk û pisîkên Kurdistanê jî li ber çavê polîsên Tirk dibin şêr û piling, dibin terorîst û çek û bombe ellawekîl.

Xwedê neyne serî kesî û kesekî ziravqetandî neke.

 

Wan

About The Author