Piştî lotikên 72 rojan hevdu berdidin

Xanima germik û nermik, bejinkurta kelefmezin, stêrka Ermenî û Amerîkîyan Kîm Kardaşîyan, piştî zewacek 72 rojan şûnikan li nav serê mêrê xwe Krîs Humprîes dixe û wî berdide.

 Li gora fitne û fesadên koçk û serayên porno û seksê dibêjin, xwedêgiravî piştî zewaca 72 rojan, keleşkofa Krîs Humprîes fîşek li hev siwar kiriye û hew teqandiye. Piştî qelpkirin û lihevsiwarkirina fîşekên keleşkofa mêrê xwe, Kardaşîyan xanim gotiye: “Waweylê waweylê, ma ezê çi bikim ji keleşkofa xerabe bavo, ne keleşkofek saxlem û otomatîk be hew qîma min tê wî” û doza hevduberdanê li mêrê xwe kiriye, serî li dadgehê daye.

Werhasilî kelam, ev çend keleşkofin di bedena Kardaşîyan xanim de diteqin nizanim, lê ez zanim ku van lotikvanên doxînsist kêf kiriye û hew. Her serê çendakê wê xiyarekî nuh bibînin û piştî pê virikî bibin jî, yekî din. Hem têra xwe xiyarên qeşartî dixwin û hem jî têra xwe dewlemend dibin.

Ma ka ji vê xweştir babam!

Amerîka

About The Author