7`mîn konferansa rêxistinên sivîl yên Kurdistanî wê li Qamîşloyê be

 Di rojên 22-23ê yî mijdarê 2011`an de, li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, bi amadebûna nûnerê UNHCR û UNAMI yên Neteweyên Yekbûyî li Êraqê û nûner û berpirsên 36 rêxistinên sivîl yên ne hikûmî (Non-governmental organizations) yên herçar perçeyên Kurdistanê (Başûr, Bakur, Rojhilat, Rojava)ê, 6`mîn konferansa rêxistinên ne hikûmî yê salane di hola rêxistina CDO`yê de bi rêve çû.

Her weha di derbarê wê çawaniya birêveçûna wê konferansê de, berpirsê Rêxistina Geşepêdana Şarestaniyetê Ata Mihemed ji ragihandinên giştî re ragihand ku bi alîkariya Projeya Mafê Mirovê Kurd li Londinê, Rêxistina Harîkar ya li Duhokê, 6,mîn konferansa rêxistinên nehikûmî (NGO) yên her çar aliyên Kuredistanê dest pê kir.

Di dirêjahiya axiftina xwe de, Ata Mihemed da zanîn ku di wê konferansê de, mijara Bihara Erebî û ya gelên Rojhilata Navîn û bandora wê li ser navçeyên her çar aliyên Kurdistanê û bikaranîna tundûtîjiya li dijî jinê û binpêkirina mafên mirovan, dê hatiye gotûbêjkirin.

Her weha di wê konferansê de, rewşa rêxistinên sivîl yên her çar aliyên Kurdistanê û rola wana di pêşxistina civaka sivîl de hat gotûbêjkirin.

Di aliyekî wê konferansê de, li ser rewşa paneberên Kurd yên li Herêma Kurdistanê û bi taybet yên li kampên Qamîşlo û Moqibleyê hat rawestandin û li ser tundûtîjiya li Sûriye yê li dijî xelkên sivîl û bandora bihara Erebî li ser gelê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate nirxandin.

Di wê konferansê de, li ser rewşa tundûtîjiya li ser jinan, rola jina li gor xala 1325 di artêşê de, rewşa derûnî yê jina li Duhok û bajarên din yên Herêma Kurdistan û rewş û rola jinana li bakurê Kurdistanê û yasayên li hemberî kar û xebata jinê li wî parçeyê welat hat gotûbêjkirin.

Derbarê wê konferansê de, jêdereke agahdar yê wê konferansê ragihand ku bi alîkariya Projeya Mafê Mirovê Kurd li Londinê, Rêxistina Harîkar ya Duhokê û rêxistina CDO, 6`mîn konferansa rêxistinên nehikûmî (NGO)yên her çar aliyên Kuredistanê bi serkeftî kotayî bi karên xwe aniye.

Di dawiya konferansê de, hat ragihandin ku 4 konferans li Herêma Kurdistanê birêveçûne û 2 konferans jî li Bakurê Kurdistanê birêveçûne, ji bo wê yekê jî biryar hat dayîn ku 7`mîn konferansê Rêxistinên Sivîl yên herçar perçeyên Kurdistanê, di sala 2012`an de, li Rojavayê Kurdisatnê yan li Şamê paytexta Sûriyeyê û yan li Qamîşloyê paytexta Rojavayê Kurdisatnê wê bête lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku rêxistina Komeleya Kenedî-Kurdî ya Mafên Mirovan (CKAHR, INC) Rêxistina MAF ya mafên mirovan, Komîteya Berevaniya Mafê Mirov li Sûriye, Însiyatîfa Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û rêxistina mafên mirovan û berevaniya mezloman li Amed, rêxistina PEN Club li Rojhilatê Kurdistanê û rêxistina jinên Hizba Demokrat a Kurdistana Êranê jî beşdarî wê konferansê bibûn.

Kurdistan

 

 

 

About The Author