Medya Tirk û siyasetmedarên Kurd

Dema pirsa kurd tê rojevê piraniya medya tirk bi devekî diaxivê û yek qelemekî dinivîsînê.Medya tirk jî wek medya cîhanê piraliye. Di nav medyayê de jî yên, çep, liberal û yên nijadperest jî hene. Heta medya misilaman û mihefezakar jî heye.

Lê mixabin dema pirsa kurd tê rojevê medya piraliya xwe winda dike dibe yek alî. Bê goman dengek gelek hindik bê jî hinek rojnemevan û rojname bi awayek wijdan helwestek demokrat datînin hole. Tucara divê mirov ya wan tevlî wayên din nekê.

Niha gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskarên kurd di medya tirkan de derdikevin bernameyên televizyonî, û gelek jî li gel rojnama hevpeyvîna dikin û di derbarê rewşa Tirkiye û Kurdistanê de dîtinên xwe dibêjin. Bi awayekî dengê xwe dighînin raya giştî.

Bê goman mirov derdikevê û mirov li her deverekî bernama çêdike û di hinek bernemeyan de dengê xwe dighîne raya giştî. Îro hinek kanalên Tirkiye bi zimanê kurdî weşanê dikin û bernameyên serkeftî jî çêdikin. Gelek  siyasetmedar û rewşenbîrên kurd di van bernameyan de amade dibin û dîtinên xwe tînin ziman. Ya girîng ne ewe ku mirov di bernameyekî de amade bibe, ya girîng ewe ku mirov çi dibêje û di derbarê pirsa kurd de xwedî çi helwestêye.

Xalek li ba min bi xwe gelek balkêşe. Dema mirov medya tirkî de behsa PKK-ê bike û dîtinên xwe li ser PKK-ê dibêje divê mirov gelek hişyar be. Medya Tirk û siyaseta dewletê bi tevahî pirsa kurd bi temamî heyina PKK-ê de dibîne û bi zanebûn pirsa kurd bi tenê PKK-ê ve girê dide. Piraniya caran ew di kesayeta PKK-ê de behsa tevgera kurd dikin. Ji ber vê gerek mirov haj gotinên xwe di medya tirkî de hebe.

Yanî niha siyasetmedarek kurd, herê bernameyekî televizyonên tirkan de, yan jî li gel rojnameyekî behsa PKK-ê bike ne tiştek başe. Ji ber ku dewlet ji kurdan hemiyê bêhtir PKK-ê nas dike, rojnemevanên tirk gelek baş PKK-ê dizanin lê ew siyesetekî rêve dibin û dixwazin kurd behsa PKK-ê bikin.

Ji aliyek din bila kurd behsa PKK-ê bikin, bi imkanên xwe girêdanên PKK-ê, eşkere bikin, bila rexna li siyaseta PKK-ê bikin. Lê platforma vê ne medya tirkî be. Îro gelek kanalên televizyonî kurdî hene , malper û rojnameyên kurdî hene yanî eger behsa PKK-ê bête kirin bila di paltformên kurdî de bête kirin.

Niha bi awayek vekirî du beş siyasetmedar û rewşenbîr hene ku PKK-ê rexne dikin. Beşek bi dehê caran pişgiriya siyaseta PKK-ê kirine û heta gelek caran hevbeşî di siyaseta ku îro bi tundî rexne dikin de kirine. Yanî doh di televizyonên PKK-ê ve girêdayî, tu wesfê siyaseta PKK bidî  û îro derkevin medya tirkî behsa PKK-ê bikin ne helwestek etîq e. Ji ber ku ewkesên vê yekê dikin ,ew ji xwe pêvetir kesekî rast nabînin.

Beşe duyem, di roja xwe de heta niha siyaseta PKK-ê rexne kirine û tu caran nebûne beşek ji siyaseta PKK-ê. Îro jî PKK-ê rexne dikin û dîtinên xwe vekirî dibêjin. Lê vê yekê bi kurdî dikin.

Herweha kesên ji PKK-ê cuda bûne û PKK-ê rexne dikin û rewşe PKK-ê dinirxînin cudan e. Divê mirov guhê bide dengê wan û rewşa wan ji herdu beşên din cuda bibîne.

Rojevakurd

About The Author