Xalê me Kastro rekor şikenand

Serokê Kubayîyên sererd û binerd xalê me Fîdel Kastro ango FÎDO, berî mirina xwe ket pirtûka rekoran a Guînnes ê û lotikek qerase avêt.

Li gora sîxurên me ji paytext Hawanna radigihînin, xalê me Fîdo di dema desthilatdarîya xwe de tam 638 carî raserî sûîkastan hatiye lê tiştek pê nehatiye. Xalê me Kastro yekem mirov e ku 638 sûîkast lê hatine kirin û ji van sûîkastan filitîye û nemiriye.

Li ser bextê fitne û fesadên Kubayê be, hinek dibêjin “ ellawekîl kerametên Fîdo hene, berî ku sûîkast lê bên kirin bi wan dihese û tedbîra xwe digre”. Hinek jî dibêjin “bi şeş telaqan Fîdo wek pisîkê ye û neh ruhê wî hene”. Tew hinek jî dibêjin “na canim, bi dîn û îman melkemot li pişta wî ye lo” û lêkolînan li ser Fîdo û sûîkastan dikin.

Werhasilî kelam, xalê me Fîdo berî mirina xwe rekor şikenand û ket pirtûka Guînnesê. Îcar wê li axretê jî sûîkast lê bên kirin yan na, aha ez wê nizanim ha…

Kuba

About The Author