Aha ev lotikek bi xêr û bêr e

Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin li bajarê Çemçemalê hemwelatî, rêxistinên civakî û mamosteyên olî xwepêşandanek qerase li dar xistine û komkujîya li Şernexê rûreş û şermezar kirine.

Di xwepêşandanê de ala Tirko û wêneyê Kasimpaşalî Receb hatine şewitandin û piştre ew ala ku bi xwîna Kurdan sor bûye, avêtine avdestxanê û bi ser de miztîne.

Aha lotik ev lotik e kaka. Lotika bi xêr û bêr ev e.

Bawer bikin dema ku Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li ser hev bêşin û xwedî li hev derkevin, azadî û serxwebûna Kurdistanê jî wê ne dûr be.

De xwedê ji xwepêşanderan razî be, xwedê xêra wan qebûl bike û her yekî ji wan 71 horîyên bihuştê bike qismetê wî rebbî, amîîîînnnnn!

Silêmanî

About The Author