Av çû bin qûna serekerkan!

Serfermandarê artêşa mehmetçivîkan ê teqawîtbûyî Îlker Başbûx ji alî hukûmeta Erdoxanê qasimpaşayî ve hat girtin. Dest û lingên wî bi werîsekî ji wan werîsên ku Mahmûdê Rizo êzing li ser pişta keran dişidand girêdan û ew xistin hundurê telîsekî û berê wî dan girtîgeha Silîvriyê. (Di dijminayiya Mahfelîtî û Şerefiyan de jî Dawiko ji ber eskeran xwe di hundurê telîsekî de veşartibû)

Her çiqas Îlker Başbûx bi dest û lingên girêdayî di nav lepên cewrikên Erdoxan de kir warewar û got hewce nedikir ku we dest û lingên min girêbidaya, ez nedireviyam jî, ji wî bawer nebûn û dest û ling bi werîs girêdan û serî wî kirin diya wî, ew xistin hundurê telîsekî û berê wî dan girtîgehê.

Rast derew dibêjin Îlker Başbûx piştî ku fêhm kir ew ê wî bişînin girtîgehê, ji rayedarên dewletê xwestiye ku li Îmraliyê razê, lê rayedaran jê re gotine, `Oxlim ma kîloyê te çî ye ku tu li Îmraliyê razê! Ji bo tu li Îmraliyê razê kêmanî her hêkeke gunê te divê heft kilo û nîv be ewladim, lewma jî em ê te bişînin Silîvriyê qawîşa jêlêtçî Mihê…

Herdu destên Jilêtçî Mihê li ser berzikê, li devê deriyê qawîşê serfermandarê artêşa mehmetçivîkan pêşwazî dike. Deriyê qawîşê vedibe û serfermandar Îlkero bi gavên fisek dikeve hundur. Derî li ser tê girtin û ew û Jilêtçî Mihê tenê dimînin. Rebeno wek ku şeytan pê keniyabe, rûyê wî ji tirs û xofê zer xeniqiye. Li dora xwe dinêre, kêliyekê bêdeng li ser lingan radiweste. Çavên xwe digre û bi dengekî nizm di ber xwe de dibêje, `Hey dinyayê hey dinyayê min diniyayê te diniyayê… Ez çi bûm, ez bûm çi?`

Bi hakehaka Jilêtçî Mihê çavên xwe vedike. Jilêtçî Mihê dibêje, `Îlkercixim, hela ka were li kêleka kekê xwe runê lo. Dinya çiqas biçûk e, ne wisa? Kî bîra ez û serfermandarê zirecêm ê artêşa tc bibin hevalên hev ên qawîşekê kuro. Qey dinya dike xera bibe. Lê oxlim Îlker li vir zagonên te û dewletê derbas nabe, hayê te jê hebe. Ji bo min ferqa te pozkurmî Şêxo tune. Li derve ez û Şêxo çi bûn, li vir jî ez û tu yê jî ew gû bin. Yanî pêşîn pêşîn ji paşayê xwe re bibêjim. Xwe li ser serê min mezin neke û nebêje ez serfermandar im û niza quzê kerê me, rêxa dahşikê me, Alahima pêxemberime ez ê te bidim ber jilêtan. Te fêhm kir cîgerim? Niha xwe rehet bike û razê. Bi xêr bila bibe sibe, hişê te baş bê serê te û tu fêhm bikî ku êdî rewşa te rewşa zilito ye û av çûye qûna te, em ê wê çaxê li ser rewşa xwe û pêşeroja xwe bipeyivin.

Serfermandar li hember van gotinên Jilêtçî Mihê yên hişk û tije tirs û xof dilerize. Deng jê dernakeve. Jilêtçî Mihê derpiyekî xwe yê sentatîk û xetxetî ji bahola xwe derdixe û dide destê serfermandar, dibêje, `Vî derpiyî li xwe ke heta zarokên te cil milên te tînin. Lê tê de tir û fisan neke. Ez paqij didim te, paqij dixwazim. Û wî dişîne ranzeya ser xwe. Serfermandar bi ranzeyê radipelike û derdikeve jor. Li ser piştê herdu destên xwe dike bin serê xwe û dikeve mitalan. Ji jêr Jilêtçî Mihê dibêje, `Em wek we ne hov in oxlim.` piştî kêliyekê herdu jî di xew re diherin…

Dibe sibe û Jilêtçî Mihê li ser kursiyê rûdinê, Îlkero li hember xwe şpiya disekinîne û qeyde û zagonên xwe jê re rave dike:

1: Ji niha şûn de navê te Zinar e.

2: Di xew de xurexur qedexeye. Dengê xurexura te bê min, ezê pêlî zikê te bikim û tira ji te berdim.

3: Ji niha şûn de tu berpirsê çayê yî. Ez çaya qaçax vedixwim, bila hayê te jê hebe. Ez bibihîzim ku te çaya qaçax ji bilî min daye hinekan ez ê te tirdebûzî bikim.

4: Di zindana Amadê de we neynûkên hevalan ji binî de radikirin. Niha jî tu yê heftê rojekê neynûkên dest û lingên min bi awayekî hîjyen jêbikî.

5: Ez wek te ne faşîst im, lewma jî tu karî bi zimanê xwe bipeyivî, lê divê tu kurdî jî hîn bibî.

6: Dema serşuştinê tu yê bi lûfikê pişta min kef bikî û bifirkînî…

7: Bi xwe xweşanîn, bi şeytan kenandin an şeytan bi xwe kenandin qedexe ye.

8: Ji duwazdehê şevê û wê de kirina tir û fisan qedexeye.

9: Dema tu aciz bû, hayê min jê çêbike, hêkên gunê min ji bo stresê pir baş e. wan çar-pênc deqeyan di kefa destê xwe de bibe û bîne, stress-mitres bi te re namîne.

10: Ji niha şûn de xwediyê te ne dewlet ez im. Bi xêr ku me cezayê xwe qedand û em derketin. Em ê bi hev re herin li Amedê restoraneke cîgerê vekin û em ê bi xwêdana iniya xwe debara xwe bikin.

11: Heke bû qismet em ji nû ve zewicîn û zarok marokên me jî çêbûn, em ê bibin kirîvên hev…

About The Author