Ehmedo nikilek avêt Kasimpaşalî Receb

Piştî ku meclîsa Fransayê qirkirina Ermenîyan qebûl kir, Tirk bûn wek gurên har, wek bergîlên ku mozik bi wan vede dest bi lotik û zîtirkên Tirkane kirin. Fransa û pozdirêjê Sarkozî kirin xayîn, dema bindestîya Cezayir û kujtinên ku Fransîyan li Cezayirê kiribûn di devê xwe de kirin qajik û benîşt û ha ha dicûn. Yanî qaşo dixwazin heyfa xwe ji Fransîyan hilînin, lê Serokwezîrê Cezayirê Ehmed Oûyahîa ev tirr ji wan re nehişt û xiyarek xist devê wan.

Serokwezîrê Cezayirê Ehmed Oûyahîa, di civîna partîya xwe de çewalek xist serê Tirkan û Erdogan û got: “Binerin oxlim, ewladim, Cezayirî ne benîştê devê we ne. Li ser xwîna Cezayirîyan bazarê û siyasetê nekin, we di 1915 an de çi gû xwaribe karê we ye. Hûn bi lotik û zîtirkên bergîlkî nikarin navbera me û Fransayê têk bibin baba” û nikilek li nav serê Kasimpaşalî Receb xist.

Ez serê we neêşînim, Ehmed Oûyahîa tirr di Tirkan de kir fis wesselam.

Îcar wê Tirk behsa Fransa û kîjan dewletên din bikin, aha ez wê nizanim…

Cezayir

About The Author