Ciyê wî bihuşta rengîn be

Îro koçbarbûna mirovek mezin, pêşmergeyek dilêr û rêberek bêhempa bi bîrtînin, mirovek ku, ji malbetek rewşenbîr û nîştimanperwer ji dayik bûye û raman û piratîka wî ji esasên mafxwazî û azadîxwazî tejî bûye.

Raberek ku, di dîroka gelê xwe de bi xebat û têkoşîna xwe ya bêhempa kariye meşrûêyet bi serokatîkirina şoreşa hevçerix ya gelê xwe bi dest bixe.

Îro 33emîn salvegera koçbarbûna Mistefa Barzaniyê nemir yad dikin, em weke polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê ji aliyekî ve ji ber vê minasebeta han daxuyaniyek diweşînin û têde serok û damezrênerê partiya xwe bi bîrtînin û ji aliyeke din ve jî tekez li ser vê yekê dikin ku, Barzaniyê nemir semboleke netewî, nîştimanî û Kurdistaniye û milkê tevahiya dîroka derbasbûyî, ya niha û ya pêşeroja gelê Kurd e.

Mistefa Barzanî ku, 33 sal beriya niha di temeneke tejî ji azar, eşkence, jêhatiyî, xweragirî, berxwedan, hîkmet û dûrbînî koçbar bû, xezêneyekî gelek mezin û tejî ji ramanên netewî, demokratîk, ezmûna xebat û şoreşgerî ji bo me bi cîh hêşt.

Ev xezêneya han bûye rêbazek yek alî ya siyasî, civakî û ramanî bo dinyabînî, têkoşan û yekxistina nav mala Kurd û pratîka me, her ev rêbaza han dibe ronahiya riya me di rojên dijwar û rojên tarîde.

Barzaniyê nemir ew rêberê têkoşer bû ku, hertim rêbaza aştî û aştîxwazî dixiste beriya her rêbazeke din bo çareserkirina doza reva ya gelê Kurd, hertim demokrasî bi xebat û dijayetî kirina dîktatoriyetê girê dida û mafên reva yên gelê Kurd di nava mafên reva yên tevahiya pêkhateyên din de didît.

Em ku, ev rêberê mezin bi bîr tînên tekez li ser vê yekê dikin ku, rêbaza vî jî hertim bo me esase û baweriya me bi vê yekê jî heye ku, rêbaza han rênîşandera xebata gelê me di vê pêvajoya han deye.

Esasên rêbaza Barzaniyê nemir ewin; çespandin û parastina bihevrejiyana netewî û olî li Kurdistanê de, yekrêziya gelê me û bihevrexebatkirina siyasî û xebatên din ji aliyê gelê me ve bo avedankirina welatekî demokratîk û pêşkeftî, bawerkirina bi çanda lêbûrdinê û hevûdûqebûlkirinê û rêgirtin ji cudatiyan, xebitîn bo parastina azadiyên takekesî û civakî û azadiya ramanê .

Ezmûna gelê Kurd û hilbijartina parlamento û hikûmet berhemên xebata bêhempa ya gelê me bi rêberatiya Barzaniyê nemir e, lewre pêwîste bi vê minasebeta han bi hev re hewl bo yekxistina nav mala kurd û parastina destkeftên heyî ku, bi xebat û xwîna şehîdan hatine bi dest xistin bidin.

Bo yad û bîranîna Barzaniyê nemir serê rêz û newazişê ditewînîn û 33 saliya koçbarbûna rêberê mezin yê gelê kurd bilind û birêz radigirin. (KTV)

Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê

About The Author