Analîzek li ser gotinên bav û kalan

Di her zimanekî de hinek gotinên pêşîyan hene û ev gotin di zimên de cihê xwe digirin. Bi rastî mirov nikare zimanekî ji van peyvan cuda bifikire. Lewra ew qasî di zimên de girîng in ku hem li ser zimên û hem jî li ser jîyanê dikarin bandora xwe bikin. Hetta ziman û jîyan bi xwe jî li ser van gotinan bandorê dike û bi vî rengî pêwendîyek dewam dike diçe. Bi rastî ez dixwazim li ser gotinên pêşîyan yên kurdan bisekinim. Di zimanê kurdî de jî ev gotinên wiha bê hed û bê hejmar in. Êdî ev gotinên pêşîyan an jî gotinên bav û kalan xwedîyê hinek xusûsîyetan e. Bi hinek mînakan emê van taybetîyan binirxînin. Di kurdî de gotineke pir meşhûr heye ku dibêje:
“Eqlê sivik barê giran e.”
Me’neya vê peyvê ew e ku insanekî bê eqil be, kar û barê wî jî her dem wê xirab bin. Wextê ku eqilmend be, ji bo wî her tişt hêsan e. lê belê heke rewş berevajî be, mixabin her tişt zehmetî ye û her kar pirsgirêk e. Lewra mirov bi êqil başî û nebaşîyê û her tiştî ji hev derdixe. Em dikarin ji vê peyvê gelek encaman derbixin. Mirov dikare bibêje ku kurd gelekî qedr û qîmet didine êqil.  Û eqilmendî û bîrewerî ji bo kurdan tiştekî hêja ye. Wekî dîtir îfadekirina vê me’neyê bi awayekî gelekî estetîk hatîye kirin. Ez dixwazim hinekî li ser vê bisekinim. Ji vê peyvê em vê fêhm dikin ku di bêjevanî û edebîyatê de kurd gelekî bi pêş ketine. Lewra ji alîyê îfadeyê ve peyveke pir lihevhatî ye. Ez dixwazim li vê derê çêtir balê bikişînime ser peyvên “sivik” û “giran”. Peyva “sivik” carinan bi me’neya erênî tê bikaranîn. Weke ku dibêjin filan kes insanekî sivik e. Yanî her karî di demên kin de dike. Kar û şixulê xwe berî her kesî xilas dike. An jî dibêjin destê filan kes pir sivik e. Yanî karê xwe bi hesanî û bê kêmasî bi cih tîne. Lê belê carinan jî ev peyv di me’neyên neyînî de tê bikaranîn. Ji bo mînak dibêjin filan kes insanekî sivik e. Yanî ne li gora qalibê xwe ye. Yanî hêvîyên mirov bi cih naîne. Di cihê  ne lazim de dipeyîve û tevdigere. Nizane li kû derê wê çawa hereket bike.

Ez dikarim bibêjim ku peyva “giran” jî bi vî rengî di nav civakê de tê bikaranîn. Wextê ku ji bo kesekî hate gotin; “ji alîyê şixul ve ew insanekî pir giran e”, mirov dikare fêhm bike ku ew yekî tiral û bê xîret e. Lê wextê ku gotin “insanekî giran e di hedê xwe de ye”, em dikarin vê jî bi erênî fêhm bikin. Ev jî, ji bo wan kesên ku dizanin li kû derê wê çawa tevbigerin tê gotin.
Wextê ku mirov van her du peyvan bi tenê jî bifikire, bi rastî her dû jî du peyvên zidd in. Yanî me’meyên wan li dijî hev in. Lê wextê ku mirov peyva sivik ji bo êqil bi kar anî, êdî ew qîmetê êqil tûne dike. Bar jî, ji ber ku ji alîyê insanan ve –bi wesîte an jî bê wesîte- tê kişandin, barê sivik her dem tê tercîhkirin û barê giran jî ji bo insanan her dem asteng û pirsgirêk e.
Êdî di vê gotina pêşîyan de ev her du peyvên ziddê hev bi awayekî gelekî estetîk hatine bikaranîn û wekhevkirin. Yanî tu caran sivik û giran weke hev çênabin. Wextê ku tu wan deynî ser mêzînê, dengeya wan çênabe. Lê belê wextê ku li cem peyva “sivik”, “eqil”; û li cem peyva “giran” jî “bar” hebe, êdî dengeya wan çêdibe û weke hev dibin. Ez dikarim bibêjim ku ne bi vî rengî be, tu caran tiştekî sivik, di heman demê de nabe tiştekî giran jî. Lê belê heke ev tişt, “eqlê sivik” be, êdî wê bibe “barê giran” jî.
Di kurdî de gotineke dî jî heye ku dibêje; “Dinya mirin e.”
Wextê ku mirov bi nêrîneke sere sere li vê peyvê binêre, belkî mirov bibêje ku ev ne gotineke ew qas xweş e. Lewra pir hesan û piçûk xwuya dike. Hetta hinek dikarin bibêjin ku xeletî jî di vê peyvê de heye. Ji ber çi xeletî heye? Lewra wextê ku mirov li dinyayê dinêre jîyaneke gelekî zindî heye. Ev jîyan bi rengekî ecêb û balkêş berdewam dike. Li her alîyê dinyayê tiştên pir xweşik û balkêş hene ku hişê insên ji serê insên dibin û tu caran mirinê bi bîra mirov naxin. Lê belê wextê ku mirov bi baldarî vê peyvê binirxîne, mirov wê gelek tiştên ku zû xwe nadine dest jî hîn bibe. Belê dinya gelekî xweş e û xweşik e. Gelek tiştên ku mirov ji ber wan heyîrî dimîne hene. Zêde bala mirovan dikişîne ser xwe. Lezzeta vê dinyayê gelekî insanan bi bal xwe ve dikişîne. Insan ji temaşeya dîmenên vê dinyayê têr nabe. Ji ber ku ev qasî dinya xweş û balkêş e jî gelek caran insan naxwazin ku ji vê dinyayê herin.
Lê belê ev qas tiştên ku me qala wan kir hemî jî bi dawî ne. Yanî yek ji van tiştan jî ne ebedî ye. Jixwe li gora bawerîya me rojek wê were û qîyamet wê rabe û ev hemî xweşikatî wê xira bibin û herin. Ji xeynî vê jî, heke bawerîya kesekî bi vê tiştê nebe jî her kes dizane ku rojekê wê bimire. Êdî ev ne tiştekî bi bawerîyê ve girêdayî ye, lewra ev tiştekî qet’î ye. Yanî kesekî ku bawer neke ku wê bimire tune ye. Yanî di dawîya jîyana hemî kesî de mirin heye û her kes jî vê dizane. Ji ber ku mirin heye ev spehîtayî û lezzetên dinyayê hemî jî ji bo wî kesê ku dimire, bi dawî dibin. Yanî ku insanek mir, êdî ev dinya çi qas xweşik be û çi qas jî dewam bike, ev ne girîng e. Lewra êdî ji bo wî kesê ku mirîye, ev tiştên ku me behsa wan kirin, nîn in. Yanî çi qas mal û milk û derfetên insanekî hebin, hetta dinya hemî jî bi hemî hebûna xwe, ‘eydê wî be jî; ku ew insan mir, êdî tiştek di destê wî de tune ye. Ji ber vê yekê, ez vê peyva ku dibêje; “Dinya mirin e.” gelekî girîng dibînim. Belkî bi qasî hinek pirtûkan me’ne, di du peyvan de hatine îfadekirin. “Dinya” û “mirin” weke hev hatine dîtin. Lewra ku yek hate dinyayê miheqqeq ewê bimire. Êdî ew tiştên ku li dinyayê dimînin hemî dibine derew, lê mirin weke rastîyeke qet’î li meydanê ye.

Nûçevan

About The Author