Mamo dîsa di nava hêvîyên me de rît

Ev demek e serxwebûna Kurdistanê di rojeva dinyayê de ye. Peyamên ku serok Barzanî dide sînyalên serxwebûnê ne. Nanokîyên navbera Iraq û Kurdistanê, pirsgirêkên navbera Nûrî Malikî û hikûmeta Kurdistanê, têkilîyên Nûrî Malikî û melayên Îranê, destpêkirina şoreşa li Sûrîyê, nakokîyên li Tirkiyê û gellek bûyerên din, rê ji serxwebûna Kurdistanê re vekirine û vedikin. Tirsa her çar dagîrkerên Kurdistanê jî ev e ku Kurdistan serbixwe bibe û ev Kurdistana serbixwe ji parçeyên din re bibe îlhama serxwebûnê û bi vê ve girêdayî Kurdistana mezin bê damezirandin.

Em bêjin em tirsa dilê dagîrkeran fêhm dikin, heke li dijî serxwebûna Kurdistanê derkevin jî heta bi cîyekî mafê wan heye, kêm zêde meriv heq dide wan. Dijmin in, naxwazin dewlemendîyên sererd û binerd ên Kurdistanê ji destên wan bifirin. Lê ev çi agir ketiye dawa hinek Kurdên me ez wê fêhm nakim. Ji dagîrkeran zêdetir li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikevin û kêfa dijminên gelê Kurd tînin.

Helwesta PKK, KCK , PAJK û BDP eşkere ye. Ji Îmralîyê çi ferman dakevin xilafî tê de çênabin, xelet yan rast, ew ferman yekser tên pejirandin. Ê ji xwe helwesta Îmralîyê ya li himber Kurdistanek serbixwe eşkere û vekirî ye. Netew-dewlet fêdeyê nade Kurdan, dewletbûn ne di berjewendîya Kurdan de ye! Ev şîar wek balyozê Kawayê hesinger li nav serê keç û xortên Kurd dikeve û mejîyê wan ji hev belawela dike, wan ji Kurdayetî û Kurdistanîbûnê dûr dixe. Çi hikmet be ji hemû gelên bindest re dewletbûn rewa tê dîtin û serxwebûna wan tê xwestin, tê destekkirin, lê gava dor tê ser serxwebûna Kurdistanê, herkes lal dibe, dûpişk bi zimanê wan vedide û zimanê wan berovajî li hev digere. Balkêş e, heman fikarê rayedarên dewletên dagîrker jî tînin zimên. Netew-dewlet tu fêdeyê nade Kurdan!?

Me ev jî fêhm kir. Lê mamê me Talabanî çi ji Kurdekan dixwaze, çima ji Kurdan re Kurdistanek serbixwe rewa nabîne, ez wê fêhm nakim. Tiştên ku PKK û KCK dibêje, heman tiştî mamê me Talabanî jî dibêje. Çiye? Dewletên piçûk ji holê radibin, êdî dewlet sînoran ji nav xwe radikin, wek Yekîtîya Ewrûpayê filan û fîstan. Mamê me Talabanî jî wek hinekên din berjewendîya Kurdan ne di Kurdistanek serbixwe de, lê di nav sînorên Iraqê de dibîne. Erê mafê çarenûsa Kurdistanê heye, lê di nav sînorên Iraqê de bimîne bixêrtir e. Tirsa mamê me ew e ku gava Kurd serxwebûna xwe êlan bikin, wê Iraq, Tirkî, Îran û Sûrî sînorên xwe li wan bigrin û wan di herêmek teng de bifetisînin. Wey maşelle! Yaw 24 dewletên Erebên qûnreş hene mamo, çima ew sînoran ji nav xwe ranakin û nabin yek ha? Ma tu Rojhilata Navîn û Yekîtîya Ewrûpayê dikî yek mêzênê ezîzim?

Naxwe Amerîka, dewletên Asya û Ewrûpî, dewletên Rojhilata Navîn ewqes ehmeq in  ku balyozxaneyên xwe li Kurdistanê vedikin û dixwazin bibin şîrîkên dewlemendîyên Kurdistanê ha? Ma şoreşên li Tûnis, Misir, Lîbya û niha jî li Sûrîyê, ne ji bo pêkanîna Projeya Mezin a Rojhilata Navîn e? Belê. Ma di wê projeyê de Kurdistana serbixwe jî tuneye? Dîsa belê. Ma dewletên dagîrker jî vê nabînin û nizanin? Dîsa belê. Naxwe çima ji niha ve sînorên xwe li Kurdan nagrin û wan nafetisînin? Ji ber ku nikarin û newêrin mamo. Nikarin lingên xwe li lingên Amerîka, Ewrûpa û dewletên din bidin canekem. Îcar ev çi tirs e, çi lotik in û çi şelafî ye. Û çima niha?

Birastî lo, çima mamê me niha ev daxuyanî da? Tam di vê dema ku serxwebûna Kurdistanê ketiye rojeva navnetewî, tam di vê dema ku Kurd li hêvîya wê roja bi xêr in, bi hêvîyek mezin radibin û rûdinin, mamê me derdikeve televizyonan û xeyal û hêvîyên Kurdan dike şorbe û tê de dirî. Çima û ji bo çi?

Yaw mamo, canekem û ruhekem, me bi def û zirne, bi goştê elokan cenabê te şand Bexdayê ji bo ku tu wan Erebên qûnreş bikî însan ku mafê Kurdan qebûl bikin, rastîya Kurdistanê qebûl bikin. Me nego her serê çendakê bide lotikan û li dijî serxwebûna Kurdistanê derkeve bavê mino, wî! Me go Erebên qûnreş li cenabê te û Kurd jî li serok Barzanî, tu Ereboşkan haş bike û bela serok Barzanî jî di bin re amadekarîya Kurdistanek serbixwe bike. Me nego biçe di bin bandora goştê Elokên Ereban de bimîne mamo, wey!

Ez serê we neêşînim, ez bawerim serokkomarîya temamê Iraqê ji mamê me re xweştir tê. Heke Kurdistan serbixwe bû û mamê me nebû serokkomarê wê, çi xêra wê Kurdistanê heye ne wilo? Bi telaq ez bim jî belkî ez qebûl nekim wî, ma law kî ji xweşîyê, kî ji goştê elokên Bexdayê direve babam!

Stockholm

About The Author