Kî dibê li Tirkiyê demokrasî tuneye babam?

Hinek zikreş û xwedêjêstendî dibêjin “Law bi dîn û îman li Tirkiyê demokrasî tuneye, li Tirkiyê faşîzm heye” filan û fîstan û çend tirr û fisan dikin.

Kuro law çawa li Tirkiyê demokrastî tuneye hi?

Aha ji we re nîşana demokrasî, azadî û mafê mirovan.

Dibêjin kekê me Seyitxan Karataş çima ku di xebatên hilbijartin û Newrozê de çend klamên Kurdî gotiye û di wan klaman de navê Kurdistanê derbas bûye, dozger û dadwerên 4. Dadgeha Cezayên Giran a Erziromê 9 sal û 6 meh ceze lê birrîne û berê wî dane qulika zindanê.

9 sal û 6 meh ji bo çend stranên Kurdî ha!?

Ma law ev ne demokrasî be, ne azadî û mafê mirovan be, naxwe çi quzilqurt e babam? Ma ev demokrasî di nav qebîleyên Lûlû û Zûlû yên Efrîkayê de jî heye cîgerim? Na bi namûs tuneye!

Îcar kî dibê li Tirkiyê demokrasî tuneye, kî dibê Tirk ne demokrat û mirovperwer in, mala xwe û 101 bavê xwe dibin mîratê û xelas…

Wey ez di wilo demokrasî, azadî û mafê mirovan de bimîzim erê wele û hew….

Erzirom

About The Author