Welatê goştê ker û bergîlan

Wê şevê li bajarê Bûrsayê ez çûm aşxaneyekê. Dilê min diçû goştê birajtî, de min go salê carekê be jî ezê zikê xwe bi goşt dagirim, bila zikê min...

Wê şevê li bajarê Bûrsayê ez çûm aşxaneyekê. Dilê min diçû goştê birajtî, de min go salê carekê be jî ezê zikê xwe bi goşt dagirim, bila zikê min kêf û seyranê bike.

Wele ez çûm. Min goştê xwe xest, sênîya min tije goşt kirin, selete, îsot û dew û ez ketim ser, bixweeeeeee û her bixwe, min zikê xwe kir meşk û heban.

Êvarî ez hatim malê, ketim nav livînê û razam. Yabo ma min xewnên ecêb dîtin, di xewna min de bergîl û qantiran ez didam ber lotik û zîtirkan, bi lotikên bêîman hestîyên min hûr hûrî dikirin. Wele ez ji xew veciniqîm, ez di nav xwêdanê de mabûm. Law ev çi xewn bû gidî? Ker û bergîlan çi ji min dixwest?

Axir, rabûm min lawik şand rojnameyek ji dikanê kirî, li ser masa taştê rûniştim û min rojname xwend. Ez çi bibînim başe? Li wê restoranta ku min goşt lê xwaribû goştê ker û bergîlan dihat firotin. Polîsan girtibû ser restorantê û bi tonan goştê ker û bergîlan girtibû.

Haaaaa, îcar min sedema xewna xwe û lotikên ker û bergîlan fêhm kir ellawekîl. Naxwe wan kûçikbavan goştê ker û bergîlan dabûn min jî. Û ji ber wê jî ker û bergîlan di xewnê de heyfa xwe hiltanîn û ez didam ber lotik û zîtirkên bêîman.

Wey tifûûûû, ez di wilo mirovatî, di wilo bêwîjdanî û di wilo welat de bimîzim erê wele. Law li Tirkiyê ji goştê mîh û berxan pêve her ziqûm goşt didin mirovan. Ji bo çend qirûsên zêde qezenc bikin segbavan mirov ji dîn û îman derdixin, bi jehrî dixin û dinihên qûna mirov. Ma li Tirkiyê bi navê goştê mîh û berxan çi nayê firotin, goştê berazan, goştê ker û bergîlan, goştê insan û mirovan, goştê mişk, pisîk û kûçikan, hema bi hejmartinê xilas nabe wesselam.

Îcar haya we ji restorantên Tirkiyê hebe gelî xwendevanan. Heke di xewna we de ker, bergîl, beraz û seg û pisîk êrîşî we bikin, bizanin ew restoranta ku we lê xwarin xwariye goştê her mexlûqatan difroşe û hûn sax…

Bûrsa

Categories
Kadîn

RELATED BY

  • daniel

    Danîel virikî bûye

    Sosin Bermal Daniel Pennock 26 salî ye û bavê du zarokan e. Danîel efendî ji 4 salîya xwe û heta niha, heman xwarinê dixwe. Taştê, firavîn û şîva wî...
  • Donald-Trump

    Kevîn Kurdson Hûn zanin, lotikvanê mezin û qeraseyê zilaman Georg Bûşh ji Partîya Komarxwazan bû serokê Amerîkayê. Û Komarxwaz ji demokratên Amerîkayê zêdetir Kurdan nêzîkî xwe dibînin. Demokratên Amerîkayê,...
  • feto

    Heçê navê wî Feto be, çû jê de

    M.Cemîlê Mûşî Piştî ku Erdogan girêka xwe li pişt werîs xist û desthilatdarîya Tirkîyê xist destê xwe, navbera wî û rêberê wî Fethullah Gulen û xirab bû û têk...
  • nuri mistefa

    Gelo dawet kengî ye?

    Şîndar Berwarî Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî wek Saddamê duyem tê naskirin. Malikî dijminê riknê milletê Kurd e, zilamê Îranê ye û ji bo tifaqa Kurdan parçe bike,...
%d bloggers like this:
Lotikxane