Enerjîya Kurdistanê û enerjîya kek Nêçîr

Dewlemendîya sererd û binerd a Kurdistanê ji bo Kurdan fersendek mezin e. Bi taybet dewlemendîya petrolê di destê Kurdan de çeka herî xurt û mezin e. Her ku diçe kanî û avzemên petrolê li dinyayê kêm dibin, diçikin. Lê Kurdistan xezîna petrolê ye, li her gund û bajarek wê petrol dipijiqe. Ev dewlemendî bûye û dibe sebeb ku dewletên dinyayê berê xwe bidin Kurdistanê, bi hikûmeta Kurdistanê re têkilîyên dostanîyê deynin û balyozxane û nûnertîya xwe li Hewlêrê vekin. Yek ji xala herî girîng a Projeya Mezin a Rojhilata Navîn a ku Amerîka û hevbendên xwe dane ber xwe û ji bo pêkanîna wê hikûmetên dîktator ên wek Tûnis, Misir, Lîbya û niha jî Sûrîye dirûxînin, Kurdistan û bidestxistin an jî şirîkatîya petrola Kurdistanê ye. Amerîka hem li hember Asya dûr û nêzîk (bi tayber Çîn û Rûsya), hem jî  li Rojhilata Navîn (bi taybet Îran) dixwaze di Rojhilata Navîn de bi cîh bibe, li vê herêma stratejîk bibe xwedî hêz û gotin. Bi taybet dewlemendî û dewlemendbûna Çînê û xurtbûna wê ya aborî Amerîka dixe nav şik û gumanan. Ji ber vê, hêz û mecala ku Amerîka di Rojhilata Navîn de xurt bikin û bi cîh bikin, Kurd û petrola wan e. Amerîka û hevkarên wê yên rojava baş zanin ku ne ji Kurdan be, ewê nikaribin di vê herêma stratejîk de (herêma ku piranîya dewletên derûdorê dijminatîya Amerîka û rojava dikin) cîh bistînin. Kurd û petrola Kurdan hem ji Kurdan re, hem jî ji dewletên cîhanê re bûye çek, berjewendî û dewlemendîya pêşerojê. Kurd vê baş zanin. Bi taybet serok Barzanî û serokwezîrê şareza kek Nêçîrvan Barzanî di bîr û zanîna vê xala girîng de ne.

Wek hûn zanin, serokwezîr kek Nêçîrvan Barzanî di dema serokwezîrtîya xwe ya yekemîn de giranîyek mezin dabû avadankirina Kurdistanê. Di dema hikûmeta wî de têkilîyên navnetewî xurttir bûn, Kurdan di warê aborî, siyasî û dîplomasîyê de gavên mezin avêtin, balafirgehek wek balafirgeha navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin, ji Amerîkayê bigrin heta bi Koreya Başûr dîplomasîyek xurt dest pê bû û dostên Kurdan her ku çû zêdetir bûn. Nêçîrvan Barzanî plan û projeyên mezin danîn pêşîya xwe û di avadankirin û pêşdeçûna başûrê Kurdistanê de rolek sereke lîzt.

Piştî du salên hikûmeta Berhem Salih, kek Nêçîr cara duyem wek serokwezîr hikûmet ava kir û dest bi xebata siyasî û dîplomasîyê kir. Kek Nêçîr ne tenê siyasetmedar, lê hem şexsîyetek mezin û bixwebawer e, ji malbata Barzanî ye û hem jî xelkê Kurd jê hez dike. Bi taybet xort û ciwanên Kurd jê bawer û piştrast in ku ewê xizmetên mezintir ji Kurd û Kurdistanê re bike, derfetên mezintir derxe pêş û rê ji xort û ciwanan re veke.

Ji ber ku dosya petrola herêma Kurdistanê girêdayî kek Nêçîr e, têkilîyên xweş û dirust bi dewletan û şîrketên petrolê re datîne. Şîrketên navdar û mezin ên wek Exxon Mobîl a Amerîkî dikşîne herêma Kurdistanê û xweş zane ku kontrakt û senedên ku bi wan şîrketên mezin re tên çêkirin, serxwebûn jî di nav de, garantîya pêşeroja Kurdistanê ne. Heke em bêjin qeder û çarenûsa Kurd û Kurdistanê petrola Kurdistanê ye emê ne xelet bin. Kek Nêçîr û hikûmeta wî derfetên vê çarenûsê baş bi kar tînin. Bi taybet têkilîyên bi Amerîka û Tirkiyê re, kontraktên petrol û enerjîyê, van herdu welatan bi xwe ve girê didin. Serdana kek Nêçîr a Tirkiyê sedemek ji bo vê projeyê bû. Projeya firotina petrolê di ser Tirkiyê re û  ji lihevhatina dan û stendinên enerjîyê. Ev lihevhatin jî bêguman wê bandorek mezin li ser avandankirin û pêşdeçûna Kurdistanê bike.

Dibêjin wextekî paşayek û wezîrê xwe hebûn. Çawa dibe, navbera paşa û wezîr xira dibe û paşa berdide wezîrê xwe, wî ji koçk û serayên xwe bi dûr dixe. Rebenê wezîr diçe li gundekî xalî cîhwar dibe û dest bi çandinîya bostanan, zebeş û petîxan dike. Dem derbas dibe, rewşa paşa xirab dibe. Wezîr û girgirekên dora wî cîh li paşa teng dikin, gendelîyê dikin, bertîlan dixwin û xezîna paşa vala dikin. Paşa mecbûr dibe, xulamekî xwe dişîne cem wezîrê xwe yê berê û ji xulam re dibê “Biçe cem wezîr bêje paşayê te ez şandime û gotiye bila şîretekê li min bike”. Xulam diçe gundê wezîr û silavên paşa jê re dibêje. Wezîr qet dengê xwe nake, li halê paşayê xwe jî napirse. Radibe yê wezîr xulamê paşê dibe nav bostanê zebeşan. Çi zebeşê ku mezin û perixî ye bi pêhnan dipelixîne, wan diperçiqîne,davêje û çi zebeşê ku nû gihaye dora wan tevir dide, eşêf dike û ber lemê wan xweş dike.

Ê xulam tiştekî ji helwesta wezîr fêhm nake. Radibe vedigere cem paşê, hal û mesela wezîr jê re dibêje û dibê” Wele paşayê min wezîrê te zilamekî teradînî ye, tiştek negot, şîretek jî nekir” û gazindan dike. Paşe dipirse: “Ma qet tiştek jî nekir law?”

Xulam dibê “Belê wele kir, ez birim nav bostan, zebeşên mezin û perixî pelixandin, perçiqandin û dora zebeşên nûgihayî jî xweş kir, ew av dan“.

Paşa mesele fêhm kir, peyama ku wezîrê wî bi rêya zebeşan jê re şandibû ket serê wî. Paşa rabû temamê wezîr û girgirekên kal û pîr kujtin, serê wan jêkir û xort û ciwan xistin şûna wan. Piştî vê bûyerê rewşa paşa û hikimdarîya wî pêşdetir çû û bi ser ket. Wan xort û ciwanan enerjîyek mezin, fikir û ramanek nûjen xistin nav hikimdarîyê.

Kek Nêçîrvan Barzanî hem xort e, hem kesayetek naskirî û hezkirî ye, hem jî enerjîk e. Ez bawerim wê ew jî wek mesela paşa û wezîrê wî, rê ji xort û ciwanên enerjîk û şareza re veke, rê li ber diz, gendel û kevnareyên ku di rêya pêşdeçûna civaka Kurd de dibin asteng bigre. Bi enerjîya xort û ciwanên wek xwe di pêşketina Kurdistanê de rolek mezintir bilîze, girîngî û payebilindîyê bide wan, wan bi xwe re bigihîne, bi serpêhatî û tecrûbeyên xwe ji wan re bibe mînak.

Li gora ku tê guhê me, kek Nêçîr ji niha ve dest bi hinek gavan kiriye û hêdî hêdî rê li ber dizî û gendelîyê digire.

Wek hûn jî zanin, di dem û dezgehên Kurdistanê de nerastî û ne dirustî pir tên kirin. Wek mînak heke em bêjin, kesek rojnameyekê derdixe, yan jî malperek înternetê vedike. Di rojname yan malpera xwe de 10, 20, 30 kesan wek xebatkar dide xuyakirin û wek proje pêşkêşî dezgehên hikûmetê dike da ku pare û meaşê karkirên xwe jî bistîne. Kesek e, lê meaşê (mûçe) 20, 30 kesan ji hikûmetê werdigre. Karê hêsan û pareyên zêde!

Li gor em pê dihisin, kek Nêçîr êdî dest pê kiriye û rê li ber van gendel, diz û xwînxwarên ku li ser keda şehîdên Kurdistanê diçêrin digire. Ev destpêkek girîng e û ez bawerim wê ev helwest bidomin jî.

Xort û ciwan pêşeroj û enerjîya Kurd û Kurdistanê ne. Bêguman kek Nêçîr jî yek ji wan e.

Bi hêvîya serketinê…

About The Author