Kurdên AKP bersiva Kurdên BDP dan

Şaredarê Diyarbekirê xalê me Osman Baydemîr lotikek zêdeyî bejna xwe avêt wekîlên Kurd ên di nava AKP de û ew aciz kirin. Xalê me Osman Baydemîr gotibû ku “Divê wekîlên Kurd ên di nava AKP de îstîfa bikin, heke nekin wê rojekê Kurd tifî ser çavên wan bikin” û pê de çûbû.

Axir, 6 wekîlên Kurd ên ku di nav AKP de siyasetê dikin û kesek şik û gumanê ji Kurdbûna wan nake, civînek li dar xistin, bersiva xalê me Osman Baydemîr dan û beroşek şorba kelandî bi serê wî de rijandin. Parlamenterên AKP ên Kurd Cuma İçten, Ziver Özdemir, Eşref Taş, Emin Dindar, Galip Ensarioğlu û Mustafa Bilici di civîna çapemenîyê de gotinên Batdemîr lê vegerandin û gotin: „Binerin oxlim, Kurd di bin mahiyeta tu kesî de nînin. Em tu carî stuyê xwe li ber gef û şantajan xwar nakin. Em ne gotinî, Kurdên rast in. Yên ku divê xizmetê li herêmê bikin, şidetê gur dikin, tansiyonê radikin, bê sevîye diaxivin û nizanin çi dibêjin,  lê ev hewlên wan tu tiştî nade gelê Kurd” û xalê me Baydemîr riswa kirin. Piştre Cûma Îçten pêde çû û got: „Binerin cîgerim, di rojên dawî de yên ku qaşo xwe wek nûnerê Kurdan dibînin, li dijî mirovên AK Partiyê xeber didin, ji hedê xwe derbas dibin, lingên xwe zêdeyî lihêfa xwe dirêj dikin. Birayên min yên AK Partiyîê tehdît dikin, divê herkes karê xwe bike û zêdeyî bejna xwe nepeyive. Heke serokê şaredarîyê ye dbila karê xwe bike, heke siyasetmedar be bila karê xwe bike“ û mîrkutek li nav serê Osmanê me xist.  

Werhasil, Kurdên me yên AKP Kurdên BDP dan ber top û mitralyozan, pirça serê wan hilçinîn û gotin: „ Bila herkes zanibe, em kesên ku bi rûmet û bi şeref in, em tu carî li dijî gefan serê xwe xwar nakin. Ji xwedê re şikir, em Kurdên misilman in. Tu kes nikare bi şerefa me bilîze. Yên ku siwarî erebeyên herî luks dibin, di otelên 5 stêrk de betlana xwe dikin, zarokên xwe ji şîdetê dûr digrin, lê zarokên belengazan davêjin nav şîddetê û hepsê, hûn çawa parlamenter in? Hûn çawa bi kevarin êrîşî helqê dikin, bi darê zorê dikanan didin girtin, lê bixwe di kêf û seyranê de nin,  heta sibê di qumarxaneyan de nin? Û em? Em jî heya sibê di nexweşxaneyan de li ber serê nexweşan disekinin. Aha ferqa me ev e oxlim“ û pelûla germ bi serê parlamenter û siyasetmedarên BDP de rijandin.  

 Di vê derbarê de kekê me Galîp Ensarîoxlû jî got ku „Belê qurban, em jî car caran beşdarî fikrên Baydemîr dibin, lê Baydemîr vê carê sînor derbas kir, gotinên ji bejna xwe mezintir kirin ku em nikarîbûn bêdeng bimînin, em vê tirê ji wî re nahêlin“ û Baydemîr da ber lotikan. Ensarîoğlu wiha dewam kir: “Belê cîgerim,  hinek dikarin me bikujin, lê hedê tu kesî nîne ku tifî rûyê me bike. Leyla Zana baş axivî. Divê kesên xwedî feraset destekê bidin Zana“ û pêde çû.  

Ez serê we neêşînim, Kurdên AKP ev tir ji Kurdên BDP re nehiştin û hilê Baydemîr li milê wî kirin. Bawerim ev cara yekê ye ku wekîlên Kurd ên di nava AKP de girseyî bersiva BDPî yan didin û eşkere wek mêran dibêjin em Kurdn in, xwedî şeref in. Heke wekîlên AKP bi vî awayî berdewam bikin û bersiva siyasetmedarên BDP bidin, bawerim wê kesên mîna xalê me Baydemîr jî hew karibin û wêribin zimanê xwe dirêjî wan bikin.
Haaaaaa, birastî lo, gelo çend zarokên siyasetmedar û serokên BDP di kuçe û kolanan de keviran davêjin polîs û eskeran? Kesek ji we zane gelo? Yan ew jî wek rayedarên Tirkiyê zarokên xwe dişînin kêf û seyranan û zarokên xelkê dişînin şer?

Amed

About The Author