Kemalîzm û Apoîzm

Berdevkê Tevgera Mustazafan (Li gor tê gotin alîgirên Hizbûllah ê ne) Parêzer Huseyîn Yilmaz, tevî heyetekê çû tazîya malbata esker Cahît Kiliç ku vê dawîyê ji alî PKK ve li Oremarê hatibû kujtin. Piştî fatîha, dua û sersaxîyê, Parêzek Huseyîn Yilmaz axavtinek kir û lotikek li Apocîyan, li PKK xist.

Huseyîn Yilmaz, di axavtina xwe de behsa şerê navbera dewletê û PKK kir û got: „Binerin kezebno, ev şer ne şerê me ye. Ev şer şerê Kemalîzm û Apoîzmê ye. Hinek bi navê Tirkbûnê îdeolojîya faşîzmê, yê din jî bi navê Kurdbûnê îdeolojîya Marksîzmê dikin bela serê însanên me, însanên me dikin lîztoka îdeolojîya xwe û bi hevdu didin kujtin. Kesên ku tên kujtin tev zarokên xelkê ne, Kurd û Tirk in. Lê balkêş e, kes bela xwe li desthilatdar û serdarên eskerîyê nade“ filan û fîstan.

Ez serê we neêşînim, Parêzer Huseyîn Yilmaz ev şerê bê armanc kir şerê Kemalîzm û Apoîzmê, şerê Kemalîstan û Apocîyan wesselam.

Birastî lo, şerê Xaloîzm û Kaloîzmê kengî dest pê dike hûn zanin?

Amed

About The Author

3 thoughts on “Kemalîzm û Apoîzm

  1. Erê em zanin şer ne şerê Kurda ye, lê yê vîya bibêje jî pir ne paqişe, ew jî di nav têkilîyên qirêj û gemar de ne. Bila ewil hesabê kujtina welatparêzan bidin. Ma misilmantî bêbavêya wan qebul dike ?

  2. De here lo ti jî! Bé jimar hun peyvé vala dikin. Êybe îdî ji were. Ka te go çi? Law ewé bé baw ewin ku bé serî ne? Seré we tunnîne. Ka ezé bém çi? Xwedé aqil bide…

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.