Hizbûllah û PKK bi mîrkutan êrîşî hev kirin

Hûn PKK jî nas dikin û dîroka wê jî zanin bawerim. Çi rêxistin yan partîya ku ji derveyî PKK bê damezirandin yan hatibe damezirandin, her lotikek ji PKK xwariye, yan bûye objektîf yan jî sûbjektîv ajan (ne ez dibêjim ha, ez heqaretê li PKK nakim, ji roja ewil de siyaseta PKK ev e).

Werhasil canim, PKK û wîjdanê xwe. Mohra ajanbûnê di destê wan de ye û wê mohrê li qûna kê xin malik lê viritî, bû ajan û çû wesselam.

Vê dawîyê generalê Qendîlê kekê me Mustafa Karasû rêxistina Hizbûllah û Însîyatîfa Azadî da ber pehîn û lotikan. Dîrekt yan îndîrekt ew kirin hevalbendên hikûmeta Kasimpaşalî Receb û dijberên PKK. Bi vî awayî cîgerim Mustafa Karasû dîsa siyaseta “tenê ez û ez, yên ji min e hevalê min e, yê ne ji min e dijminê min e” da pêş û dubare kir.

Êêêêêêêê, Karasû vê lotikê li Hizbûllahê xe û Hizbûllah bêdeng bimîne dibe? Na canim, nabe. Ma Hizbûllah kêmî PKK ye? Na babaaaaammmmmmm!

Axir, Hizbûllah bi vê lotika Karasû pir aciz bû, dîn û har bû, belavokek qerase belav kir û bi tundî bersiva lotika PKK û Karasû da.

Başçawîşên Hizbûllahê di belavoka xwe de PKK û siyaseta wê da ber lotikên bêîman û pelûlek germ bi serê PKK de weşand.

A baş hûn bi xwe daxuyanîya Hizbûllahê bixwînin baştire. Hewce nake ez bitefsilînim qirika xwe ziwa bikim.

Ê de haydê, daxuyanîya Hizbûllahê bixwînin û hûn biryara xwe bidin..

———

Bi navê Allah

Berî niha gelek cara me ji raya giştî re î’lan kiribû ku em naxwazin bi Pkkê re bikevin şer, em ne terefdarê vê yekê ne, ji şerekî wisa gelê me yên musulman zerarên mezin dîtiye. Lê belê digel vê nêrîna me jî, bi zora Pkkê û nehiştina wî a tu alternatîfî di navbera me de şerek derket. Yê ku vê şerê da destpê kirin û ji bo vê şerê zor da me Pkke ye, wek vê yê ku bû sedemê ev şer di Kurdistanê de belav bibe û zerarê bide gel jî dîsa Pkke ye. Ji ber vê yekê rewşeke me yê ku em rabin ji ber maziya xwe, xwe tenqîd bikin û lêborînê bixwazin nîne. Yê ku sûcdar be divê lêborîn û ‘efwê bixwaze. Ji ber ku yê sûcdar e Pkke ye, yê ku divê lêborînê jî bixwaze ew e.

Bi vê munasebetê di bîranîna vê xisûsê de jî fayde hene: Heya niha di navbera me û Pkkê de tu peymanên agirbestê çênebûye. Ji bo ku peymaneke wisa bê kirin jî divê ku Pkk qebûl bike ev şerê navbera me de derketiye wî destpê kiriye û ji bo tevlî bûna vê şerê wî zorê daye me. Pkke bi tenê dikare li ser navê xwe û kesên pê ve girêdayî xeberde. Divê zanibe ku raya wî a ku karibe li ser navê tevî Kurdan bipeyve tune ye.

Heya îro bi zordana hidûdên sebr û tehemmulê, digel şehadeta birayên xwe me kevir li ser singa xwe girêda û ji bo gelê me yê Musulman zerarê nebîne û neyarên me kêfxweş nebin me ji şer xwe da alî û vê rewşa xwe em hê diparêzin. Lê belê heger hebûna me û gelê me yê musulman bê tehdîd kirin û tu alternatîfên dî neyên hiştin, berdêla wî çibe bila bibe bila bê zanîn ku emê li hember vê yekê bisin.

Ji roja ‘ewwil heya îro me çawa bi îcaza tu hêzî hereket nekiribe, ji îro pê de jî emê bi sitendina îcaza tu hêzî hereket nekin. Emê ji serxwebûn û xisûsiyeta xwe a hereket kirina xweser te’wîz nedin, em dixwazin herkes vê yekê zanibe.

Em nirxandina beyanatên bêperwa yên hinek rayedarên Pkkê ku naveroka wan de tehrîk û provakasyon heye ji gelê xwe re dihêlin.  Em hewce nabînin cewab bidin îtham û îftîrayên besît û bê sewiye ku dubare kirina yên heya niha hatine gotinin.

Buroya Basinê a Hîzbûllah

http://hurseda.net/Kurdî/68660-Cemaeta-Hîzbullah-PKK-Îqaz-Kir_.html

About The Author

11 thoughts on “Hizbûllah û PKK bi mîrkutan êrîşî hev kirin

  1. Gelo Mistefa bey kùrde ya kùrt,e?Key neyàren me kùrdan kemè?mistefa beg bla tevlokan nekit.§erè me Kùrdan bi tirkanè.ne bi hizbiportakali.

  2. Rûyê herdu rêxistina jî bi tenîya qûşxaneyê ye, bi deh qalib sabûn nayê şûştin. Bila ji gel dûr bi hevkevin .

  3. Bavê min Hizbullah mirovên sivîl qetil kirin, kî sher da destpêkirin, here weke mêran û misilmanan pêre sher bike, ev ji te nehat! Min bi xwe qatilên te dîtin, mirov kushtin, xelkê ew girtin, roja din dîsa li qatilên te li sûkan geriyan! Yanî çi? Dewletê hûn berdan ji bo ku hûn qetlê dewam bikin! Te ewqas sivîl qetil kirin, hemû jî ji te û endamên te misilmantir bûn! Hê jî tu ji xwe sherm nakî navê sher lê dikî! Qetil û yên ku kirin jî qatil in! Virde û wêde ya wê nîne! Qatil bin, lê qet nebe durist bin! Xwedê li we nebihure înshaellah! Ji Lotikxaneyê re eybeke mezin e ku radibe vê êsha me careke din li rûyê me dixe! Ka herin binêrin bê ma yek mirovê bi tenê yê bi sîleh hebû yê ku Hizbullahê qetilkirî! Sher kuro!!! Tirsonek sher nakin, qetil dikin! Hizbullahê qetil kir! Herin li mezelên Amed, Farqîn û Nisêbînê binêrin! Xwedê li we nebihure,, we ji nar û agirê cehennemê bêpar neke, ya rebbî! Li wî alî destê kesên we qetilkirî di stuyê we de be, di vê dinê de jî yek kêliye tenê hûn rehet nekin û wicdanê we her bi ezab be!

  4. de bila li hev bidin. dev u pozê hev bile bişkînin. Qê ê tirk bi kê bikenin. piştame germ dikin weka dêlika pîsik li wan meyzênin

  5. Law ma babo ji xwedê bitirsin,em Kurd bi kuda herin ji derdê we, we herdû aliya jî malik li me xera kir bes e bes e werin ser xeta netewayetî !!!

  6. hizbişeytan sixur katıle dewlete bun mıroven pak bedew kuştın en aqıl u zana kuştın

  7. We meydané vala dîtiye o vala davéjin. law eybe îdî bes bavéjin hîzbullah. An a zemanén min tine ez bersiva we bidim. bila bimîne rojek din. Gotina min ji şîrovxana bu…

  8. hizbi şeytan neyare gele kurde liser nave neyar li pişta kurda hatiye xistin xencerek zıngarkiriye, nexweşiya kangreneye ya jibo gele kurd, heyf u şerme ku mirov van merkujan bipareze

  9. Malaminé pkk qet careki méra ne kuştîye! Li gorî Kur’ana mubîn Hîzba Şeeytan kîye baş bi xweyne. law hun cahilé dîné xwune. Ka ezé béjim çi? Raste hîzba Şeytan neyaré gelé Kurde. Lé belé Hîzba Şeytan liba Xwedé kî be, ewe. Wesfé Hîzba Xweda jî u Hîzba Şeytan jÎ di Kur’ana mubînda heye. Ka binhére ewan wesfa di kîda heye? Hema ezé nifir bikim u tu jî bé je amîn; Wesfé Hîzba Şeytan di kîda hebe Xweda lê’neté lé bîne. Te go amîn hevalé nehéja „amed“.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.