TPK yekîtîya milletê Kurd diparêze

Belê qurban û heyran, Tevgera Partîya Kurdistanê (TPK) xebat û lotikên xwe bi xurtî didomîne û wek hespê rehwan dibeze, wek trimbêla porşe daye xazê. Tevgera ku bi serokatîya...

Belê qurban û heyran, Tevgera Partîya Kurdistanê (TPK) xebat û lotikên xwe bi xurtî didomîne û wek hespê rehwan dibeze, wek trimbêla porşe daye xazê.

Tevgera ku bi serokatîya siyasetmedarên wek xalê me Îbrahîm Guçlu û M. Emîn Kardaş bi rê ve dimeşe, civîna xwe li Amedê pêk anî û lotikek qerase avêt. TPK dixwaze partîyek Kurd û Kurdistanî damezrîne, dixwaze bernameyek ji bernameyên partîyên din cudatir pêşkêşî Kurdan bike û li ser esasê Kurdayetîyê xebata xwe bimeşîne.

Di civînê de xalê me Îbrahîm Guçlu peyivî, armanca TPK anî zimên û got ku armanca wan yekîtîya miletê Kurd e.

Yekîtîya milletê Kurd!?

Helbet Kurd tev yekîtîya milletê Kurd dixwazin. Lê kaaaaaaaaa!

Birastî lo, gelo hûn bawer dikin ku wê Kurd bibin yek?

Hûn dev ji Kurdên parçeyên din berdin, gelo wê Kurdên bakur karibin rojekê bibin yek? Gelo wê karibin di bin sîwanek netewî de bigihên hev û hevdu himbêz bikin?

Yan heta PKK hebe wê yekîtîya Kurdan pêk bê?

Yan heta Kurd tev nebin PKK î, wê çawa yekîtîya Kurdan pêk bê?

Îcar sayin û birêz rêvebirên Tevgera Partîya Kurdistanê…

Berî her tiştî em vê lotika we pîroz dikin. Lê bawer bikin pêkhatina yekîtîya Kurdan zor û zehmet e. Ji niha ve nedin dû xewn û xeyalên germik û nermik û wextê xwe bi „yekîtîya Kurdan“ ve derbas nekin. Çend sal emrê we yê mayî jî wek dema xortanîya xwe li dû yekîtî û hevkarîyan heba nekin qurban.  Hûn jî zanin û em tev jî zanin, yan wê Kurd tev bibin PKK î heta ku yekîtîya Kurdan pêk bê, yan jî heta PKK hebe wê Kurd nikaribin bibin yek. Çima? Ji ber „Zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane“. Zor li cem PKK ye, zêr li cemPKK ye û devê tifinga mor li cem PKK ye. Ku ev hersê cewher li cem kê hebin, ji derveyî xwe çima wê yekîtîya Kurdan biparêzin cîgerim? Ma dîn in? Ma dîn in keda xwe û derfetên xwe ji bo yekîtîya çend Kurdan heba û feda bikin?

Îcar qurban, berî yekîtîya Kurdan, pêşî hûn xwe bi xwe di mejî û dilê xwe de bibin yek. Dek û dolab, fen û fût, pehîn û lotikên demên berê ji serê xwe bavêjin, berê xwe pak û rewan bikin û piştre berê xwe bidin Kurdan û wan bikin yek. Pêşî can û piştre canan. Heta hûn xwe bi xwe nebin yek, hûn nikarin Kurdan jî bikin yek.  Ji bo tatmînkirina hestên xwe partîyên ku hûn nikaribin ji bin barê wê rabin ava nekin.  Wek demên berê ava bikin lê xira nekin. Yekîtî bê bedel, bê fedakarî nabe, vê ji bîr nekin.

Û tiştekî din ji bîr nekin, tiştekî girîng..

Em bûne kalê zemana, ji tevgera xwe re keç û xortên ciwan peyda bikin.

Wan bikin lokomotîv û li pêşîya vagonên xwe kin.

Û piştre pîpîk û zingilê trênê bikşînin, „tîîîtttttt, tîîîîtttttttt“ û rê ji xwe re vekin…

Ê de TPK li ser xêrê be rebbî….

Ev kes di TPK de cîh digrin:

„İbrahim Güçlü, Mehmet Emin Kardaş, Bahattin Mutlu, Ömer Özmen, Mehmet Emin Dicle, Muhittin Batmanlı, Hasan Kaçmaz, Hafız Togan ve Dr. Sabri Sosyal“

Amed

Categories
Kadîn
7 Comments on this post.
  • remo Horanî
    3 Juli 2012 at 09:45

    Ji bo miletekî felaketa herî mezin ew e ku gava ixbarcî rêberiya partiyekî bike.
    Gelo wî ev fikira avakirina partiyê ji dozgerê mehkemeyê taybet wergirtiye?
    Wê ewê vî navê îxbarcitiyê çawa ji ser xwe û siya wê ya li ser vê partiyê rake.
    Xwedê qet li xêrê negerîne! Ji xwe wê serê xwe jî negire.

    Wî berê Rizgarî parçe kir, li pey alarizgarî parçekir. Du re ew jî bela kir. di restoranta vekirîde hûrê xwe mezin kir.çû bû ixbarciyê dozgerê dewletê yê Amedê.
    Niha jî siyaseta legal diherimîne.

  • Kurdewar
    3 Juli 2012 at 10:45

    Wey li ser xêrê be rebîî, navê wî çi xweş e. Bi sê telaq ez im yek dengekî mine û min da û çû ji bo navê xweşik ” Tevgera Partiya Kurdistanê”.

  • sofiye bê reh
    3 Juli 2012 at 11:06

    Pirozbahî lê dikim

  • Fırat
    3 Juli 2012 at 12:51

    îcar vîya ji me kêm bû. li Kurdîstanê derfetê kî hebê hama partî kî ava dikê. li Kurdîstanê her roj partî kî bê damezrandin yekîtîya Kurd û Kurdîstan çê nabe. Dîsa jî ser xerê bê.

  • Guhdar Kurdi
    3 Juli 2012 at 14:24

    Way kuro Bilo zirtta pir meke, te SÄPO xapand, te her kes xapand, te du rojan piknik gerillati li ba Mame kir te ew bi direwan firott bakuriyan. Kuro edi bese serme ji temene xwe bike! Hetta kengi we wirra bikey?

  • baz
    9 Juli 2012 at 23:12

    eree ibo care bi sere xwe dicu cem dozgeren tirk giliye kurdan dikir niha we bi nave tevgera kurdi bike mero. ev ji kurdan kem bu. kura bila hinek paseroja wan paqij vi kare piroz bikin ne tu laww.

  • mir
    11 Juli 2012 at 10:20

    baweriyamin bi vî camêrî qet naye.her roj di rojnamê tirka de çêra bi kurda dike.yek keseke.kes jê çêtir nizane.hebe yek siyasedmedarê kurd ewe.aha ji were kekê me birahîm.we selam..

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

      rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
    • Lotika Papa xweş lotik bû

      Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
    • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

      Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
    • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

      rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
    • Lotika Papa xweş lotik bû

      Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
    • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

      Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...