Xalê me Sirri vê carê bû pizot û agir

Wekîlê BDP xalê me Sirri Sakik, vê carê topa qiyametê teqand û navek din bi dû xwe xist.

Sirri Sakik, di kongreya partîya xwe ya bajarê Manîsayê de axavtinek qerase kir û çend lotikên xweş û geş avêtin. Sakik di lotika xwe de germ bû, sincirî û got: “Heta Kurd azad nebin, ger bedelê vê mirin be jî heçê serî deyne namerd e” û pêde çû.

Xalê me Sakik, serê hefsarê hespê xwe berda û got: “Ne zindanên we, ne balafirên we, ne jî polîs û eskerên we nikarin serî li vî miletî bitewînin. Ev gel jî dixwaze wek başûrê Kurdistanê bi zimanê xwe, çanda xwe û nasnameya xwe xwe îfade bike” û lotikek bêîman li dewletê xist û tir di wan de kir fis.

Sirriyê me di axavtina xwe de sor bû, sincirî, teqîya û ji Kasimpaşalî Receb re got: “Hûn behsa zilma li Sûrîyê dikin ha. Lan oxlim, zilma ku li Sûrîyê dibe hûn li Tirkiyê li serê Kurdan dikin. Rast e, Esed dîktator e, bavê wî qûnekî jî dîktator bû. Lê hûn ji wî jî dîktatortir in, ma tu li hember gelê xwe çekan bi kar naynî hi? Ma tu tu gelê xwe nadî girtin ha? Ma tu bi F-16 an li Roboskîyê Kurdan nade kujtin ewladim? Berê bêedaletîya li ber devê derîyê xwe pak bike û piştre behsa zilma dewletên din bike cîgeriimmmmmm” û da ser pişta Erdogan.

Werhasilî kelam, siyaset jî be, derew û henek jî be, gotina xweş xweş e wesselam..

Em vê lotika Sirrîyê xwe pîroz dikin û hêvîdarin di siyaseta legal de zêdetir germ bibe, zêdetir bisincire û dewletê bişewitîne..

Stenbol

About The Author