SİTRATEJİYA NÛ: HETA Bİ MİRİNÊ ŞER!!!

Guman tê de tune, Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan, mezin dilîze û çav berdaye serokatîya Rojhilata Navîn. Bi siyaset û helwesta xwe heta bi ciyekî jî xwe da qebûlkirin. Siyaseta Tirk-îslam û xeyala Împaratorîya Osmanî da ber xwe. Ji bo bigihê armanca xwe, astenga herî mezin a li pêşîya xwe pirsa Kurd didît. Ji ber pirsgirêka Kurd di Rojhilata Navîn de pirsgirêkek sereke û mezin e, çareserkirina vê pirsgirêkê jî rê ji serokatîya Rojhilata Navîn re vedike. Ji ber vê; Erdogan di destpêkê de stratejîyek siyasî û sivîl da ber xwe û dest pê kir, hêvîyek mezin da Kurdan û hinek gavên wek TRT6 û wekî din avêtin. Bi giştî çareserkirina pirsa Kurd belkî zêdeyî hêz û qiweta wî ye, belkî jî dewleta kûr, partîyên dijberên wî, rewşa herêmê û dinyayê wî asteng dikin. Lê helbet çareserîya ku em Kurd dixwazin ne di bername û dilê Erdogan û partîyên dewletê de ye. Belkî bi hinek gavên piçûk û demokratîk dilê Kurdan bê xweşkirin, lê bi giştî çareserkirina pirsa Kurd îro halîhazir di rojevê de naxuye.

Bi pirsa Kurd ve girêdayî, hêzek din a ku rê li ber pêşketina Erdogan û siyaseta wî digirt, çeteyên wek Ergenekonê bûn. Ergenekona ku ji binê artêşê heta bi serê artêşê xistibû bin bandor û kontrola xwe, hemli Tirkiyê û hem jî li bakurê Kurdistanê asteng û hêza herî tarî û kujer bû. Çi bi îradeya xwe, çi jî bi destûra Amerîka û Ewrûpayê, Erdogan çû ser vê hêza tarî û bi sedan general û endamên vê hêza tarî dan girtin û şandin girtîxaneyan. Erdogan astenga çeteya Ergenekonê ji ber xwe hilanî, rê ji xwe re vekir û nehajî bi navê reforma re liber berdana wan generalên girtî vekir, lê pirsgirêka herî mezin, pirsgirêka Kurd hîna jî wek xwe ye û wek asteng li ber Erdogan û hikûmeta wî sekinîye.

Ji bo çareserîyek aştîyane hikûmeta Erdogan ji zû de hevdîtin bi serokê PKKê Ocalan re danîbûn, mişteşar û alîkarên xwe heta bi Îmralîyê jî şandibûn. Di hevdîtinên herdu alîyan de hêvîyek derketibû holê, hêvîya ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demoktratîk çareser bibe û şer raweste, êdî xwîn neyê rijandin. Hevdîtin hatibûn wê astê ku êdî behsa mizakereyan û avêtina gavên berbiçav dihat kirin. Lê çi hikmet be, berî ev mizakere berhemên xwe bidin, mizakereyên li Oslo hatne deşîfre kirin. Di heman demê de Ocalan xwe bi paşde vekişand û got ku herdu alî jî min wek taşeron bi kar tînin”û mizakere qut bûn, bi êrîşa Silîva (Farqîn) û kujtina 24 leşkeran şer dîsa dest pê kir.

Piştî destpêkirina şer, dixuye ku herdu alî jî (AK partî û PKK) ji stratejîya siyasî û sivîl derbasî stratejîya şer bûne. PKK bi şer dixwaze xwe li ser AK partî û Erdogan ferz bike, ev yek bi daxuyaniyên generalê PKKê ku serkêş Duran Kalkan û Cemîl Bayik dikin de eşkere bû. Erdogan jî dixwaze “hakimîyeta herêmî”bi dest xe, di şexsîyeta PKK û KCK de tevgera Kurd berteref bike, wê ji çapa leşkerî bixe û lawaz bike.

AK partî û Erdogan bawerin ku wê bi vê stratejîyê PKK ji çapa leşkerî bixin û hêza wê lawaz bikin, ji awira gelemperî re bidin xuyakirin ku PKK ne hêzek ewqasî xurt e ku hêza wê tê mezinkirin. AK partî bi xwe jî zane ku bi vê stratejîyê PKK xilas nabe, lê bi kêmanî bawere ku wê pişta PKK bê şikandin, piştî lawazkirinê ewê karibin dest bi mizakereyên çekberdanê bikin û belkî piştre şert û mercên siyasetek aqilane derkeve holê.

Yek ji nîşanên stratejîya şer girtina endamên KCK û rêlibergirtina siyaseta sivîl e. AK partî û bi taybet jî Erdogan, bi girtina endamên KCK û şaredarên bakurê Kurdistanê, vekirî şerxwazîyê dide pêş û rê li ber siyaset kirina Kurdan digire. Di van girtin û zîndankirinan de her çiqas sedem têkilîyên endamên KCK û PKK bin jî, astengkirina siyasetek sivîl, bike neke agirê şer gurtir dike û tu rêyek din ji Kurdan re nahêle.

Erdogan ê ku di her axavtinên xwe de Kurd dawetî siyaseta sivîl dikir, îro du alî dilîze û rêya siyasetê li ber Kurdan digire, berê wan dide siyaseta şerê çekdarî. Helbet di virde BDP jî ne bêguneh e. Heke BDP di qada legal û sivîl de siyasetek serbixwe û xwedî îrade bimeşanda, heke BDP siyaseta şer a PKK di nav siyaseta sivîl û legal de bi cîh nekira, belkî AK partî û Erdogan jî ewqasî neçûna ser BDPê û rê li ber endamên wê negirtina. BDP karîbû bi siyasetek legal û sivîl wan qoz û bahaneyan ji destê Erdogan derêxe û bi kêmasî nebe sedema gurkirina şerê çekdarî.

Heke BDP piçekî siyasetek wêrekî û serbixwe li himber PKK û Qendîlê bimeşanda û bingeha xwe ji vê re amade bikira, hem wê PKK mecbûr bimaya lê guhdar bike, hem jî wê qedir û îtîbara wê di nava Kurdan û Tirkan de zêdetir bibûya. Lê BDP ev tişt nekir û nikare bike jî. (Her çiqas hin der û dor hamla Leyla Zana hemlake serbixwa binav bike jî, ev bixwe wilo nafikirim) Nikare bike çunkî ne bernameyek wê ya Kurd û Kurdistanî heye, ne jî xwe wek partîyek Kurd dibîne. Siyaseta PKK li himber Kurd û Kurdistanê çi be, ya BDP jî heman helwest û siyaset e.

AK partî û Erdogan, bi vê stratejîya şer helbet nikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Lê kêm zêde dixwaze di kesayetîya PKK de tevgera Kurd bifetisîne û ji çapê bixe. Ji ber vê jî, siyasetaberê asayîş û piştre siyaset”derxistiye pêş, stratejîya sivîl radestî siyaseta şer kiriye. Ji xwe hema bêjin piranîya partî û desthilatdarên Tirkiyê heman siyaset meşandine. Berê xwestine tevgera Kurd bifetisînin, ji çapê bixin, piştre jî xwedêgiravî hinek gavên siyasî bavêjin. Xuyaye Erdogan û hikûmeta xwe jî dane dû şopa kevnare û dixwazin bi heman siyaseta xelet rê li ber çareserkirina pirsgirêka Kurd bigrin. Ev siyaset berê jî bi ser neket û wê sibê jî tu encaman nede. Ji wê bonê jî, neha her du alî jî bi yek dengî dibên: Heta bi mirinê şer……..

 

About The Author