Mesrefa klîpek te li ser me xaltîka Gulê!

Li ser bextê rojnama BAS ê be, dibêjin xaltîka me Gulîstan Perwer hevpeyvînek qerase bi rojnama BAS re kiriye, çend lotikên kezebşewitî avêtine û hinek gilî û gazind jî kirine.

Dîsa li ser bextê fitne û fesadên bajarê Duhokê be, dibêjin xaltîka me Gulîstan Perwer gotiye Pêwistîya min bi grûpek muzîkê ya taybet heye, grûpên ku hene ser bi wezareta rewşenbîrî ve ne û wan ji xwe re ew kar kiriye karê ticaretê” filan û bêvan.

Êêêêêêê xaltîka Gulê, ma kê karê muzîkê ji xwe re nekiriye karê ticaret û bazirganîyê qurban? Ma herkes wek min û te saf û yek alî cot dike? Na bavo, êdî dem bûye dema “hem li defê xe, hem li zirnê xe”, dem bûye dema “hem li nêl xe, hem li bizmêr xe”. Êdî herkes xwe li kodika tije digre xaltîka Gulê!

Werhasil, dibêjin xaltîka me Gulîstan Perwer dîsa gotiye “Parên min tunene ku ez klîpên xwe çêkim” û dilê xwe bi xwe şewitandiye.

Wey weleddddd, aha îcar te agir bi kezeba min xist ellahwekîl!

Bi xwedê parên min jî tunene ez tembûrekê ji xwe re bikirim xaltîka Gulê. Lê soz û peyman be, heke tu rojekê bû mêvana dîwana “Partî Demokratî Lotikxane”, emê çend elok û mirîşkên xwe bifroşin û mesrefa klîpa te bigrin ser mile xwe. Ma ne baş e?

Ez serê we neêşînim, li ser bextê rojnama BAS be, dibêjin xaltîka me Gulê dîsa gotiye “Mala min a li Duhokê beramberî keda min a 37 salan e” û domandiye.

Şikir bike xaltîka Gulê, rabe û rûne şikra xwe bîne.

Ê min ev 40 sal in ez kedê didim, himaltî û barkêşîyê dikim, tu dev ji xanî berde, koxikek mirîşkê jî nedane min qurban! Qe nebe yê te xanîyek dane te û stara pîrê mala pîrê ye. Lê ez? Ne xanî heye, ne koxik û ne star!

Werhasilî kelam, bi vê minasebetê ez silavên xwe ji xaltîka xwe Gulê re dişînim û hêvîdarim baş û bi selamet be û daxwazên wê bên cîh.

About The Author