Parêzvanê azadî û welatîyên Kurdistanê

Hewce nake em dûdirêj pesnê Serok Barzanî û helwesta wî ya Kurd û Kurdistanî bidin. Ji xwe ji berê de dibêjin „Dîkê çê di hêkê de bang dide“ yan „Kewê ribat di qefesê de dike qebqeb“. Meriv di hêka xwe de çibe, di jiyana xwe de jî ew e. Di zaroktîya meriv de çi cewher bi meriv re hebe, heta bi mirinê jî ew didome. Ji ber vê jî gotine „Kurmê şîrî heta pîrî“ ye.

Serok Barzanî di daxuyanîya xwe ya vê dawîyê de dîsa helwesta xwe ya Kurd û Kurdistanî raxist ber çavan û mîrkutek Kurdewarî li nav serê dijminên Kurd xist.

Serok Barzanî di daxuyanîya xwe de bi taybet bal kişand ser girîngî û pêwistîya „yekîtîya Kurdan“ û „paraztina nirxên netewî“. Ji xwe di serketina milletan de du xalên herî girîng jî ev herdu xal in. Yekîtî û paraztina nirxên netewî.

Barzanî di daxuyanîya xwe de diyar kir û got: „Emê destûr nedin yekîtiya Kurdan xirab bibe. Divê hemû alî berjwendîya netewî û welat di ser berjewendîyên teng re bigirin. Pirsgirêkên li Îraqê û Rojhilata Navîn dibin, sedema xwe ew e ku ew alî hemû tiştî li hemberî hev bi kar tînin û siyasetê dikin navgînek li dijî hev. Ev nêzîkbûn û şêwazên weha berjewendîya gelê Kurd li Rojhilata Navîn dixin nava xeterê. Di vê rewşê de berpirsiyarî dikeve ser milê hemû aliyan. Ez di zanebûna berpirsiyartîya li beramber Kurdistan û Îraqê de me. Di heman demê de ez xwe parêzvanê azadî û welatiyên Kurdistanê dibînim û ji bo vê berpirsiyartîyê jî xwe serbilind dibînim. Hêvî dikim, em dest bidin hev, gelê xwe ji bin siya çekan rizgar bikin û bixin nava aşitî û aramiyê.“

Gelo ku piranîya serok û rêberên Kurdan, piranîya siyasetmedar û lotikvanên Kurdan wek Serok Barzanî Kurd û Kurdistanî bifikiriyana û yekîtî û paraztina nirxên netewî di ser berjewendîyên xwe û partîya xwe re bigirtana, wê niha Kurd di çi bergehê de bûna? Ez dibêjim wê ji zû de Kurd azad bibûna û ji bin bîhna tirr û fisên dagîrkeran derketina. Lê mixabin îro jî piranîya rêxistin û partîyên me, piranîya serok û merokên me tenê li pozbilindîya xwe û partîya xwe difikirin, yekîtî û nirxên netewî bi xwe û partîya xwe ve girê didin.

Ez serê we neêşînim, yekîtî stûna serketinê ye. Paraztina nirxên netewî jî avahîya li ser wê stûnê ye. Serok Barzanî jî wek parêzerê yekîtî û nirxên netewî ji Kurdan re bûye mertalek zindî. Mertalek ku divê Kurd xwedî lê derkevin, li pişta wî bin û xwe li dora wî bidin hev…

Hewlêr  

About The Author