Tevgera Goranekanim, ango „Goran“, tam wek navê xwe %100 xwe guherî, dev ji cepheya Kurdistanê berda û xwe avêt himbêza Nûrî El Kerîkî û hikûmeta Bexdayê.
Wek hûn zanin û dibînin, Nûrî El Kerîkî êdî rûyê xwe yê dijminatîyê rasterast eşkere kiriye, rasterast êrîşî Kurd û Kurdistanê dike û bi her awayî dixwaze destketin û pêşketinên li Kurdistanê asteng bike, navbera hikûmeta Kurdistanê û Kurdên parçeyên din bigre. Pirsgirêka navbera artêşa Iraqê û pêşmergeyên Kurdistanê bûye xeleka dawîn a dijminatîya Nûrî El Kerîkî. Kurê nizanim çi, dixwaze qaşo bi şandina erkerên Iraqê derîyê başûr û rojavayê Kurdistanê bigre, têkilîya Kurdên rojava û hikûmeta Kurdistanê ji hev qut bike da ku Kurdên rojava bêpişt û pal bimînin, herdu parçeyên Kurdistanê nebin yek û rejîma Esed li ser lingan bimîne.
Serok Barzanî bi xurtî bersiva Nûrî el Kerîkî da, pêşmergeyên mêrxas qûnreşên Ereb asteng kirin û nehiştin ew hirç û hov derbasî rojavayê Kurdistanê bibin. Ji bo nîqaşa van pirsgirêkan, Serok Barzanî rêxistin û partîyên Kurdistanî li hev civandin da ku helwestek yekgirtî û netewî bigrin û meferê nedin qûnreşên wek Malikî, nirxên Kurd û Kurdistanî biparêzin
Lê Tevgera Goran çi kir?
Xwelîya 7 gundan li serê xwe kir, beşdarî civîna netewî nebû, xwe di enîya Kurdistanî de nedît û bi daxuyanîyekê da zanîn: „Di vê pirsê de em naxwazin bibin dûvikê kesekî!!!!!???“
Dûvikê kesekî ha?
Hey we qûna Malikî, sofîk û melayên Tehranê alastino, mijar mijarek netewî û paraztina nirxên Kurd û Kurdistanî ye. Nûrî El Kerîkî esker şandine ser sînorê Kurdistanê û dixwaze rojavayê Kurdistanê dagîr bike, serhildana Kurdên rojava biperçiqîne û Beşarko rizgar bike, ma îcar ev pirsa kesekî ye? Ma ev dûviktîya kesekî ye?
Wey tifûûûûûûû li vê helwestê be, li vê Kurdayetîyê be, li vê ehmekî û kerîtîyê be û xelas….
Hewlêr
Law Goran hûn xûrifî ne, bi Qûran hûnê totê bin newalê bin ha 🙂
Ba$e quna Nuri Maliki û mellayên $îia ji quna Qasimpa$ali Erdoû Hamad Bin Jasim û Zirtokê Hijazê ne paqijtir e? Heger hun Goranê bi aligîre cepha $îîa dibînin. Ba$e Kake aligirê kîj cephê ye? Kake nefta Kurda nadizê û nadê tirka? Kake 500 mio $ji Saudî wernegirtin da Maliki bidê erdê? Heger Goran ceh$ bê? Xwa Kake jî ceh$ e. çima ceh$itiya te helal bê? û ya min heram bê? Heger hun Kurdistanîne? Biya seydayê Cigerxwîn bikin. çi gotiye?: „rih dibê bost, dijmin nabê dost!“. Vêca çima hun qunre$ên erebên xelîcê û AKP bime dikine dimsa torê û gezoya çiravê? Eybe ji hewe re!
Birêz Goran
Qey tu li ser Nûrî El Malikî dixeyidî qurban? Kê qûnreşên Ereb û AKP bi we kiriye dimsa torê? Mesele meseleyek netewî, helwestek netewî ye, heke tu bêjî „Di vê pirsê de em nabin dûvikê kesekî“ tê çi wateyê cîgerim? Rasterast piştgirîya Malikî û dijminatîya nirxên Kurdistanî ye. Madem tu li ser helwesta Goran dêşî, rahije tifinga xwe û li kêleka Malikî şerê Kurdan bike bavê min..