Kejê Bêmal Rengeke Kurdistanî Ye!

Kejê Bêmal…
Nivîskara zimantûj û zimançepel!
Jina peyvxencerîn, helwestdilsoz û hestdilovan…
Zana, bingehxurt, hestdar, hestyar, mirovhez, dilnizm-nefsbiçûk û welatperwer…
Xwedan pênûseke têra xwe xurt û tûj!
Di warê hevoksazî û lîstina peyvan de meriv lê matmayî dimîne. Qerf û henekên xwe bi peyvan dike; mîna sêlek bi pêlîstokan bilîzin bi peyvan dilîze; peyv bi xweber xwe radestî wê dikin.
Hevokên wê mîna xenceran cit dibin li ser dilê bêrûmet, bêkesayet û xwefiroşan. Tu mêzîn nikare biwezinîne wêrekîya wê. Awirên wê dibin gurê manco û dide pey nebaşan…
Nivîskara zimandirêj, zimançepel û zimantûj, lê ligel zimandirêjî, zimamançepelî û zimantûjîya xwe, xwîngerm, rûken û dilgerm e.
Nivîskara dualî…
Alîyakî wê brîndar û jandayi; alîyekî wê jî serberjêr…
Ji alîyê bav ve Turkmen, ji alîyê dê ve Kurd.

Kejê Bêmal, zarok e; her dilîze, her dikene, her digrî, her bi jînê ve girêdayî…
Kejê Bêmal, keçeke ciwan e; her hez dike, her dil digre, her dildar e, her brîndar e…
Kejê Bêmal, jin e; her bedew e, her xweşik e, her kebanî ye, her dilzîz e…
Kejê Bêmal, dayik e; her diparêze, her dinale, her dilorîne, her diêşe, her digrî, her kezebşewîtî û her dilavan…
Kejê Bêmal, jîn e, jan e, can e, canan e…

Kejê…
Carcaran dibe keçeke pênc-şeş salî, mîna pinpinîkeke temenkin û pirrengîn basikên xwe li hev dixe, bêhneke xweş, gulek, kulîlkek, rihanek li ku be, dihere xwe li ser datîne; bêhna xwe tevlî bêhna wan dike û derdorê bi xwe re dixemilîne, şên dike…

Kejê…
Carcaran dibe zarokeke duwazdeh-sêzdeh salî, bi rişma qantira xwe digre, ligel hevalên xwe guh nade dagirkirina dagirkeran, ji herêmeke welatê xwe yê perçebûyî dihere herêmeke wî yî din ji bo gepeke nanê helal û qurteke ava zelal. Navê wê dimîne qaçaxçî û termê wê li ser pişta qantira wê dikin û tînin ber çonga dîya wê. Dîya wê bi dilê şewitî bi zimanekî jibîrbûyî zêmaran davê ser wê û dike qîrîn û hewar…

Kejê…
Carcaran dibe keçeke nuhgîhayî-nestewyayî. Li hember nirx û kevneşopîyên civakê sar, lal dimîne. Berî ku eşqê nas bike, dil dixinê û bar didin ser piştê. Wê ji xwe re dike jin ew civaka bêîman û bêûjdan. Gotina `na` nenivîsîne di literatura çarenûsa wê de. Dema bera pey hezkirîyê xwe dide jî, navê wê dibe qehpika ber bedenan û nav belav dikin li kuçe û kolanan. Ji xwe direve nabe, ji civakê direve nabe. Xwe dikuje û namûs azad dibe…

Kejê…
Carcaran dibe şervaneke azadîyê, dide pey şopa bapîrên xwe, di dilê wê de hesret heye, bêrî heye, xewn heye, xeyal heye ji bo welatekî azad û serbixwe. Bêbext û bêûjdan hêvîyên wê li wê diçirmisînîn, diqurmiçînin û mîna gihê hişk dibe û xwe berdide nav axa welatê xwe…

Kejê…
Carcaran dibe dayikeke kezebşewitî û stuxwar, ji sibehan hêsiran dibarîne heta êvaran. Aş nabe derdên wê, kulên wê, brînên wê tu car… Vedike herdu destên xwe li ber Yezdan, da ku avekê birjîne ser wî agirê ku dişewitîne kezeban…

Kejê…
Carcaran digrî ji bo ziman, xwe davê bextê Melayê Cizîrî, Feqeyê Teyran, Ehmedê Xanî û Baba Tahirê Uryan; kela wê narje û xwe dighîne ber destê Celadetê nevîyê mîrê kurdan, gilî û gazinan dike ji bo rewşa îroyîn a ziman.

Kejê…
Carcaran dibe kilam li ser zimanê dengbêjan û dixemilîne şevbuhêrkan û her zindî dimîne ziman…

Kejê…
Carcaran jî hasten wê tevradibin, dil nema di qefesa sîngê de hiltê, wê çaxê jî dibe pezkovîyeke hov û dide pey şopa Sîyabend û Xecê û xwe davêje bextê çîyayên Kurdistan. Silavan bi xwe re dibe ji bo evîndarên ku bi kula evînê koç kirine û li bihuşta rengîn bûne can û canan …

Kejê…
Dibe eşq, dibe hezkirin, dibe kul, dibe dert, dibe derman, dibe bêrî, dibe bawerî, dibe hêvî, dibe Kurdistan…

Kejê, Kejê ye, ne jineke ji rêzê ye, lewma jî hastên ku dijî jî naşibe hestên kesên ji rêzê.

Dema hez dike…
Hestên wê pêl bi pêl li hev diqulipin û diherike mina Dijleyê. Ji bavê kê zêde ye xwe li ber pêlên wê bigre. Her diqulipe, her diherike!…
Dema hêrs dibe…
Dibe Silhedîna Kurd û Ferzende; çav di serî de dibin tas, agir ji çavên wê dihere. Sîng lê dibe çîyayê Agirî, qene kes kare stuyê xwe rast bike û binêre li hêla wê û bike çend peyv û şitexalîyan.
Dema bêrî dikeve dilê wê…
Ne ji rojê şerm dike, ne jî ji heyvê, diqîre û hey diqîre… Ezman bi ser çîyê de bihedime jî, nasekine. Ne bi bergerîna Yezdên, ne jî bi bergerîna Melekê Tawiz aş dibe û kela wê dirje…
Dema xemgîn dibe…
Mîna çivîkeke baskşkestî, stuliberxelîyayî her dinale û dinale. Yezdan û hemû milyaketên xwe jî bi wê re digrîn…

Bavê Kejê Turkmen bûye û di malê de zimanê tirkî bûye serdest, lewma jî zimanê dê maye sêwî û Kejê jî perwerde bûye û xwe nas kirîye bi zimanê tirkî.
Nivîskar, rewşenbîr û qaşo entellektuelên me dev davêjinê, dibêjin, `Pizika serê zimanê wê Kurd û Kurdistan e, radibe rûdine pesnê kurdayetîyê dide. Lê madem ku ji hestên wê ewqas kurdbûn û Kurdistanbûn difûre, çima ne bi kurdî, bi tirkî dinivîse?`
Canik û camêrno;
Heke em ji dêleva vê canikê bûna, tew belkî me xwe li kurdbûnê jî nekira xwedî. Belkî kurdî, kurdbûn û xewn û xeyala Kurdistanê ne li ser bala me bûya.
Canikê karîbû bi destê bavê xwe bigirta û li pey wî bîçûya. Li hêla bavê xwe xwedî derketa û hêla dîya xwe red bikira. Jixwe pere jî ne pirsgirêk bû, ew ê bi nav sosyeta tirkan biketa û heke biba nivîskar jî, ew ê di kovar o rojnameyên magazînî de binivîsîya, têra xwe pere qezenc bikira û li kêfa xwe binêrîya…
Bi serê min û we, em bûna, me yê wiha bikira, lewre li rojhilatanavîn zarok li pey bav diherin, reng û netewa bav çi be, zarok jî wî rengî, wê netewê diparêzin, dipejirînin.

Kejê Bêmal çi kirîye? Û gelo Kejê Bêmal van rexneyan heq dike?

Destê bavê xwe berdaye, dev ji wî û netewa wî berdaye, bi destê dîya xwe girtîye û hêla wê hilbijartîye. Ji hêla dê hez kirîye, ji bo hêla dê eşîyaye, eciqîye, lêdan xwarîye û bi salan e ku ji bo hêla dê derkeve serfirazîyê hewl daye, hewl dide…

Bêmalbûna wê jî ji dagirkirina Kurdistanê tê. Heta Kurdistan azad û serbixwe nebe jî, ew ê tim Bêmal be û xwe Bêmal hîs bike…

Kejê…
Dayik e…
Jin e…
Xwişk e…
Stargeh e…
Kulgeh e…
Dertgeh e…
Wargeha girî, gilî û gazinan e…
Lê Bêmal e û sûnd xwarîye heta Kurdistan azad û serbixwe nebe jî, ew ê Bêmal be.

Divê em li jinên wiha xwedî derkevin. Ya rast, Kejê ewqas wêrek, zîrek, jîr û zana ye, pêdivîya wê bi me tune ye ku em lê xwedî derkevin. Tenê em jê re nebin asteng bes e. Di vê civakê de kêm jin, heta kêm mêr hene mîna Kejê serkeftî, pêşketî û zana.
Bihêlin, bila kesên weke Kejê di vê civakê de hebin, derkevin, da ku civak pêşkeve, nuh bibe, xwe biguhere û asoya xwe berfireh bike.
Bihêlin bila civak ji zanîna vê jina dilpola û kûrraman sûdê werbigre, fêdê bistîne…
Ji zanînê nehesidin, nebehecin, neqeherin û nerevin…
Ji nezanînê şerm bikin û birevin…

Kejê Bêmal, taca zêrîn a serê vê civakê ye û hemû reng û tahmên Kurdistanê di xwe de dihebîne.
Kejê Bêmal demsal e; weke havînê hestgerm, weke biharê bedew û berhemdar, weke payîzê hestdar, weke zivistanê jî xurt û bihêz e…

Berî ku ji bîr bikim, Kejê Bêmal bi kurdî nanivîse, lê xweş bi kurdî dipeyive. Ji bo rûmeta zimên û ji ber ku zimanê wê yê nivîsê nestewyayî ye, nanivîse; lewre naxwaze ziman edem bibe, bişkê, biêşe, jê bixeyide…

Gelo dibe ku dilê min di vê jinê de hebe?
Piştî ku min peyva xwe ya dawîn got û pê ve, ez ê herim bi pêxîla wî dilê xwe yî qûnde bigrim û rûniştkirin bidim li ser çonga xwe û ez ê dev jê neqerim heta ku li xwe mikur neyê ew qûnde…

About The Author