Tevgera Guran ji xwe re li kodikê dide

Ev demeke bi taybetî piştî ku meha borî Serokê Tevgera Guran Noşîrwan Mistefa serdana Tehranê kir, medya wê tevgerê dest bi kampanyayek reşkirinê ya hikûmeta herêmê kiriye. Dirabe û dirûne qala siyaseta petrolê ya Kurdistanê dike û qaşo xema wê milet e û hikûmet mafê hevwelatiyan dixwe û didize.


Lê doh şêrê petrola Kurdistanê Aştî Hewramî bersiva Guran da û got: ‘’Yek ji girêbestên petrolê ligel kompanya Vestern Zagros bi asankariya Noşîrwan Mistefa bi xwe hatiye îmzekirin.’’ Lê Hewremaniyê me bi vêna jî ranewestiya û pêde çû: ‘’Di girêbestê de ji sedî 5 dabûn dû Erebên qûnreş ên İraqî, me ev qebûl nekir û ew pişk li hikûmeta herêmê hat vegerandin.’’
Herçiqas Hewramiyê me navê wan herdu qûnreşan jî neda lê dixwiye ku peywendiya wan herdukan bi Noşîrwan an tevgera wî ve heye. Vêca gelo li vêderê kî diz e û kî berjewendiyê hevwelatî û Kurdistanê diparêze bila xelkê me binirxîne û bersivê bide.

Hewlêr

About The Author