Çewalek pîvaz xelat!

Artêşa Azad a Sûrîyê ji bo girtin yan kujtina Beşar Esed 25 milyon dolar xelat dide. 25 milyon dolar ha! Hûn 25 milyon dolar bi serê xwe dakin xilasî lê nabe ellahwekîl.

Axir, piştî xelata Artêşa Azad a Sûrîyê, Artêşa Azad a Lotikxanê jî biryar da ku xelatekê ji bo girtin yan kujtina Beşarko bide.

Xelata me çiye?

Çewalek pîvaz!

Niha hûnê bêjin ma çewalek pîvaz jî xelat e oxlim? 25 milyon dolar li kuuuuuuu û çewalek pîvaz li ku!?

Lê hûn şaş in, hûn xelet in.

Pîvazên Lotikxanê ji dolaran girantir û şîrîntir in. Her pîvazek me berberî hezar dolarî ye. Hûn sibê, nîvro, êvarî bixwin jê têr nabin.

Werhasil, heçê Beşarko bi saxî yan kujtî radestî Artêşa Azad a Lotikxanê bike, bi soza mêrên berê emê çewalek pîvaz bidin wan. Hûn dixwazin pîvazên spî, hûn dixwazin pîvazên sor…

About The Author

3 thoughts on “Çewalek pîvaz xelat!

  1. Yabo ezagahîyek baş bidim we nîv çewal pîvazên Qurtalanê bidin bila zarok bê pîvaz nemînin 😀
    Beşarko niha di bin pêşa jinika Îngilîsî ya nermik û germik de xwe veşartîye 🙂 De bila şervanên Lotikxanê biçin radest bikin 😀

  2. Bitirba sêx abdulqadir, ciwalê pivaza cêtira ji 25 hezar dolar. bê cima? Ger tu li cola Hemayêbê 25 hezar dolarê te hebin tê cikêjiyê ? Le ger ciwalek pivazê te u nanek hebê tê zikexwa têr bikê u ti nêza namirê. RASTA YAN NA ?

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.