Di wêje û hunera Kurdî de erotîzm

Memik li ba Kurdan yan hinar yan jî hirmî ne. Ew jî fantazîya Kurdan e. Her çiqas jinên berê (jinên Osmanîyan) bi nav û deng pêsîr mezin bûn jî, di fantazîya mêran de zebeş tune ye. Wekî din memik yan spî, yan zer in, yan jî gewr û kal (gelek spî û xweşik) in.

***

Berî salan wexta ez şoreşger û welatparêzekî xort bûm, me tim û tim gengeşî dikir. Temena gengeşiya me carekê kurmancîya aliyê Konya û kurmancîya li Kurdistanê tê axaftin, bû. Gundiyekî min demek dûr û dirêj guhdarî me kir û di dawiyê de got: „Kurmanciya doxê qarmakarişix a, ê ma açiq we net e!” (Kurmancîya rojhilat tevlihev e, ya me paqij û zelal e!“ Lê me nexwast em bêjin ku ew ji nîvî zêdetir tirki ye û me got “erê Hesen, rast e!”

Wexta min xwest ez dest bi nivîsîna kurdî bikim, hevalekî ew anî bîra min û pirsî: „Birao, ma tuyê bi kurdîya qarmaqarişix yan jî bi ya açiq we net binivîsî?“ Bi rastî me carek soz da û dest jî pêkir. Ka em li kuderê kurmancîya Konya û li kuderê kurmancîya Kurdistanê bi kar bînin, mêzekin Xwadê mezin e!

Erotîzm di edebiyata Kurdan de

Erotîzm û pornografî du tiştên cuda ne. Di erotîzmê de şehvet, hîs û estetik he ye. Lê di pornografî de hîs û estetik tune ye, tenê şehvet û temasên zayendî (seksûel) he ne.

Pornografî ne lê erotîzm çend hezar sal in di wêje û huner a mirovatî û herweha a kurdan de cîhek bi taybetî digire. Ew di wêjeya Kurdan û kurdî de cîhê xwe girtiye.

Yaşar Kemal her çiqas bi tirkî binîvîse jî ger em behsa wî bikin, ji ber ku çavkanî yaw î çanda Kurdî ye. Tasvîrên wî gelek erotîk in û ji aliyê wêjeyî û hunerê de giranbûha ne. Xortên di ciwantiya me de gelek xwêdidan, wexta wan pirtûka wî „Ölmez Otu“ (Giyayê nemirê) dixwandin, ji ber ku wî behsa zayendî ya du kesan li çemekî bi avayekî bêqisûr nivîsandîbû.

Herwiha mamosteyê nemir Cîgerxwîn di vê babetê de gellek pêştaçûyi ye. Ew hem bangî Kurdan, bangî zahmetkeşan, jinan, şoreşgeran dike hem jî helbestên evînî bi avayekî gelek erotîk dinîvîsîne. Ew pesna Heval Robson dike, nasnameya Kurd derdixwe holê di Kî ne Em’de, lê dest ji erotîzmê bernade. Wek mînak:

Bisk û guhar hatin sema eprî li ser zulfa nema, 

Dîlber li ber min her we ma dinya li min bû dost û yar. 
Şerbet ji levan min mijî hetta ko dil jê bû tijî, 
Qet agirê dil nakijî pêtî li dil dan, bû hewar. 

Min dêm û gerdan gez kirin xalan bi talan min birin, 
Destan memik talan kirin, maçan ji her der bê jimar. 

Maçek ji lêvan min sitand, derdê li dil min pê revand, 
Destê min girt û nû hejand, go: sersera ey Şehsiwar.

Yan jî di ew kilama Cîwan Haco’da hem tasvîra têkiliya mêr û jinekê dike -hem jî şîret dike ku ew ji kesî re qal neke. Ew hem tradîsyon û hem hîsên xwe yên mirovî aşkere dike:

Da min, da min, da min 

Cotê memikan wê da min 

Ketime ser singê wê 

Ketime xêra Xwadê da

…..

Ba kir ban kir ban kir
Got hele hele tu were
Bi qedrê rebê xwe bike
Ji kesî re behs meke

Rûnê rûnê rûnê
Di rex min de wer tu rûnê
Bi çavan li min mêyzîne
Min bixwe û bihelîne

Memik li ba Kurdan yan hinar yan jî hirmî ne. Ew jî fantazîya Kurdan e. Her çiqas jinên berê (jinên Osmanîyan) bi nav û deng pêsîr mezin bûn jî, di fantazîya mêran de zebeş tune ye. Wekî din yan spî, yan zer in, yan jî gewr û kal (gelek spî û xweşik) in. Wek mînak helbesta Seîd Yusuf:

Rû wek heyva çardeha ku dibe êvar

Memik bi sînga ve gihan wek du heb hinar
Hawar çendî ciwan î wek tayek rihan î

Samed Gyan di helbestek xwe de behsa jinekê dike. Di fantazîya wî de jî jinê kirasê mêran li xwe kiriye. Min ew di edebîyata nivîskî û devkî de qet nedîtîye. Em bêjin helbestwanekî bi fantazîyên hevdem:

Ew çi kirasê mêran e li te

Ey dîlbera Hewlêr!

Ew çi meşîn e

xwe nehejîne,

dilê min neêşîne

Winda bibim

di nav wan çavan,

bifetisim

di nav wan memikan

Ew çi meşîn e

xwe nehejîne,

dilê min neêşîne

Ew çi kirasê mêran e li te

Ey dîlbera Hewlêr!

Êdî bes e,

ger kemaxên te bihejin

xwîn û xwê ya me tev bimeşin

gune yên me biweşin

lêvên hev bimêjin

Di stranên gelêrî de jî ew gelek pêşketî ye. Ji we re çend mînak:

Ji gundî min Karacadag / Kulu / Konya:

Te kir te kir şivano te kir

Sîngê xwe yî gewr û kal ber te vekir

Çi şivan bûyî lo te heq nekir

Çûyî dûkana qala min kir.

Yan jî ji destana bi nav û deng:

Derwêşê Ewdê bihata

Li binîya mala bavê min Adûlê rawesta

Tasek ava cemidî ji min bixwesta

Minê cotê memikê xwe zer bida desta

Mirov dikare bi hezaran mînakan li vir binîvîsîne, lê hewqas cîh û sebra min tune ye.

Lê tiştekî balkêş: Kurd gelek şermok in, ber bavê xwe zarên xwe nakin dest xwe, mêr û jin navê hev nabêjin, lê ew kilamên erotîk jî wek tiştekî normal distrên.

 Agendakurd

About The Author